Ji ber bazirganiya madeyên hişbir 171 kes hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li 8 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji ber bazirganiya madeyên hişbir 189 kes hatin desteserkirin û 171 ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku li parêzgehên wekî Stenbol, Kocaelî, Kirikkale, Samsun û Tekîrdagê yên Tirkiyeyê û parêzgehên wekî Amed, Agirî û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê li dijî bazirganên madeyên hişbir operasyon hatiye kirin.

Li gorî gotina Alî Yerlîkaya, wan kesan madeyên hişbir li kolanan difrotin.

Di operasyona ku navenda wê Stenbol bû de li 8 parêzgehan 189 kes hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê kesên ku hatine desteserkirin piştî karên îfadeyê veguhastin dadgehê.

Dadgehê derbarê 171 kesan biryara girtinê da û 18 kes jî bi şertê kontrola dadî hatin berdan.