Parlamento vebû, çav li pêşniyarên Komîsyonê ne
Enqere (Rûdaw) - Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo serdema nû ya yasadanînê vebû û partiya sereke ya mixalefetê merasima vekirina Parlamentoyê boykot kir û beşdar nebû.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di merasimê de axivî.
Erdogan di axaftina xwe de behsa mijarên di rojevê de kir û derbarê pêvajoyê jî axivî.
Erdogan di heman demê de spasiya Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û DEM Partiyê jî kir.
Merasîma destpêkirina serdema nû ya Parlamentoya Tirkiyeyê di bin siya krîzeke siyasî de hat kirin.
Partiya sereke ya mixalefetê CHPyê li derveyî kevneşopiyên siyasî merasim boykot kir, di dema merasimê de amade nebû û Erdogan pêşwazî nekir.
Di serdema nû de karê sereke yê Parlamentoyê dê amadekirina qonaxên yasayî yên ji bo pêvajoya çareseriyê be.
Serokkomarê Tirkiyeyê jî di axaftina xwe de bi berfirehî behsa vê mijarê kir.
"Li ber destê be dê gelek zanyarî hebin"
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Piştî ku Komîsyonê karên xwe temam kir, dê li ber destê me gelek zanyarî hebin.
Di qonaxa pêşiya me de jî dê kar bê kirin ku pêşniyazên Komîsyonê di encama lihevkirin û gotûbêjan de bên bicihanîn.
Li vir tiştê girîng ew e ku partiyên siyasî yên xwecihî û neteweyî yên Tirkiyeyê di mijareke ew qasî girîng de bar danîne ser milên xwe, di bin banê heman Komîsyonê de hatine cem hev û bi rêzdarî guh didin hev."
Tevî ku Parlamentoya Tirkiyeyê nêzîkî 3 meh û nîvan girtî bû jî, Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê di dirêjahiya havînê de li ser karên xwe berdewam bû.
Di serdema nû ya Parlamentoyê de jî dê raporên vê Komîsyonê wekî pêşniyazên yasayî bên lijneya giştî ya Parlamentoyê.
"Her kes li benda avakirina zemîneke siyasî ye"
Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Kamaç got, “Her kes li bendê ye ku li Parlamentoyê bi gavên şênber zemîneke siyasî û hiqûqî bê avakirin da ku çareserî pêk were.
Yanî îro li Tirkiyeyê rojeke dîrokî ye, Parlamento vedibe, bi mehan e Komîsyon karên xwe dimeşîne."
Di serdema nû de dê li Parlamentoya Tirkiyeyê hem Lijneya Giştî ya Parlamentoyê û hem jî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê li ser kar bin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, Komîsyon amadekariyan dike ku 3 yan 4 endamên wê rojên pêş me li Îmraliyê serdana Ocalan bikin.