Li Stenbolê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê erdhejeke bi hêza 5,0 pileyan çêbû.

Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li Deryaya Marmarayê erdhejekê rû daye.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 14:55an çêbûye û hêza wê 5,0 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 6,71 kîlometre bûye.

Erdheja ku li Deryaya Marmayê çêbû li gelek deverên Herêma Marmaryê jî hest pê hat kirin.

Li aliyê din, Rasatxaneya Kandîliyê jî ragihand ku hêza erhejê 5,3 pile bûye û kûrahiya wê 12 kîlometre bûye.