Nacî Gorur: Zû yan dereng erdheja Marmarayê dê pêk were

Hewlêr (Rûdaw) - Pisporê Jeolojiyê Prof. Dr. Nacî Gorur, diyar kir ku erdheja li ser xeta fayê ya çalak a li Marmarayê pêk hat, metirsiya erdheja mezin a Stenbolê ya li herêmê careke din anî rojevê.

Profesorê Jeolojiyê Prof. Dr. Nacî Gorur, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bal kişand ser erdheja bi mezinahiya 4,0 heta 5,0 a ku li Herêma Marmarayê qewimî.

Akademîsyen Gorur, anî zimên ku erdhej li ser xeta bakur a Xeta Faya Bakurê Anatolyayê pêk hatiye û tekez kir ku xeta fayê ya li herêmê çalak e û her kêlî dikare erdhejeke mezin rû bide.

Daxuyaniya Prof. Dr. Gorur wiha ye:

“Hevalno, li Marmarayê erdhejek bi mezinahiya 4,0 (yan jî 5,0) çêbû.

Ev fay çalak e û li ser Xeta Faya Bakurê Anatolyayê ye. Ev pêvajo ev 14 milyon sal in didome û dê hê jî bidome.

Erdheja Marmarayê ya ku tê payîn, mixabin dê zû yan dereng pêk were. Xwe amade bikin û Stenbolê ji aliyê erdhejê ve amade bikin.”