Bjerregard: Girtina Rojnamevanan ji bo Tirkiyê hetîketî ye

 

 

Stenbol (Rûdaw-DÎHA) - Serokê Federesyona Rojnamevanan a Ewropayê Mogens Blicher Bjerregard ku girtina rojnamaveanan li Tirkiyê, ji aliyê mafên mirovan û azadiya çapemeniyê ve wekî rewşeke "Li dijî aqilan û tirsnak" bi nav kir û got “Li Ewropayê girtina rojnamevanekî jî pirsgirekeke gelek mezin e. Ev ji bo Tirkiyê rewşeke skandal e."

Li gorî daneyên Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê, tê diyarkirin ku her çendî 62 rojnamevan bi tometa “endamên rêxsitina terorê ne” tên darizandin jî, rojnamevan ji ber kar û barên xwe yên rojnamevaniyê li girtîgehan tên girtin.

Serokê Federesyona Rojnamevanan a Ewropayê Mogens Blicher Bjerregard ku ji bo dozên darizandina rojnamevanan ji nêz ve bişopîne, hatiye Tirkiyê.

Bjerregard da zanîn ku li Tirkiyê bi dehan rojnamevan ji ber kar û barên xwe yên pîşeyî girtî ne û ev rewş ji bo Tirkiyê “hetîketî” ye.

Bjerregard girtina rojnamevanan ji bo Tirkiye rewşek pir şerm dît û wiha got “Bi qasî min dît, li Tirkiyê têkildarî rojnamevanan gelek dozên demdirêj hene. Ev rojnamevan nikarin pîşeya rojnamevaniyê bikin. Bi rastî jî ev yek ji bo Tirkiyê rewşeke hetîketî ye. Ji bo demokrasiya Tirkiyê rûreşî ye”.

Bjerregard daxuyand ku girtina rojnamevanan ji ber kar û barên wan ên pîşeyî bi ti awayî nayê pejirandin û bang li hikûmetê kir ku rayedar demildest rojnamevanan berdin.

Bjerregard derbarê tometên wekî "endamê rêxistinê" de ku got “Pirsgirêkeke gelek mezin e ku dadger bi çavekî terorîst li rojnamevanan binêrin. Divê dadger bi çavekî rojnamevan li wan binêre. Rojnamevan, ji ber ku karên xwe kirine tên darizandin”.

Bjerregard diyar kir ku ew wekî Federesyona Rojnamevanan a Ewropayê, darizandinên rojnamevanan ji nêz ve dişopînin û ligel vê wan derbarê vê rewşê de ji rayederên hemû hikûmetên li Ewropayê re agahî dane.

Bjerregard anî ziman ku ew ji bo rojnamevan, nivîskar û wergêrên li Tirkiyê bên berdan, bang li dezgehên civakê yên sîvîl, sendîkakar û rêveberan dikin ku ew rayedarên hikûmetê di vê xalê de hişyar bikin.

Bjerregard, helwesta hikûmetê jî rexne kir û got “Nêzikahiya rayederên hikûmetê ya li ser rojnamevanan, dijî çarçoveya mafên mirovan e”.

Bjerregard herî dawî wiha axivî “Dixwazim bibêjim ku divê hikûmeta tirk bi bîr bîne ku azadiya vegotinê ji bo pêşketina demokrasiyê yek ji qetên herî girîng e. Welatek çendî xwediyê azadiya vegotinê, danûstandina ramanan, nivîskar û weşangeran be, ji bo pêşketina demokrasiyê û ji bo ku bibe welatekî serkeftî hindî baş e”.