Polîsê malnişîn êrişî qehwexaneyê kir: 2 mirî, 2 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Çaycumayê ya parêzgeha Zonguldakê ya Tirkiyeyê di encama êrişeke bi çekan de 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, polîsê berê O.O.yê 32 salî bi tifinga xwe çûye qehwexaney gundê Coburlarê û ji ber sedemeke nediyar gule li derdorê reşandine.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûne cihê bûyerê.

Di êrişê de xwediyê qehwexaneyê Kasim Ozcan (59), Aydin Ozbakiş (37), Gokhan G. (39) û Huseyîn G. birîndar bûn.

Tîman birîndar bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çaycumayê.

Li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan Kasim Ozcan û Aydin Ozbakiş mirin.

Her du birîndarên din Gokhan G. û Huseyîn G. jî ji bo Nexweşxaneya Zanîngeha Bulent Ecevîtê ya Zonguldakê hatin veguhastin.

O.O. piştî bûyerê bi otomobîla xwe reviya û paşê çû Dadgeha Çaycumayê û xwe radestî polîsan kir.

Hêzên ewlehiyê dest danî ser tifinga ku di bûyerê de hatibû bikaranîn.

Hat zanîn ku O.O. berê polîs bûye û ji ber pirsgirêkên derûnî malnişîn bûye.

Her wiha berê tundî li hemberî dê û bavê xwe kiriye û derbarê wî biryara dûrxistinê hatibûye dayîn.