Kabîneya Tirkiyeyê sibe dicive: Rojeva sereke pêvajo ye
Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Tirkiyeyê dê sibe bicive û rojeva sereke ya civînê dê pêvajoya aştiyê be.
Civîna kabîneyê dê sibe bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan were lidarxistin.
Rojeva sereke ya civînê dê pêvajoya aştiyê be û di civînê de dê rewşa dawî ya pêvajoyê û bipêşketinên li Xezeyê werin nirxandin.
Tê payîn ku di civîna kabîneyê de hem encamên hevdîtina Erdogan a bi Heyta Îmraliyê ya DEM Partiyê re, hem jî agahiyên derbarê rewşa dawî ya li qadê ya piştî biryara vekişîna PKKyê ya ji Tirkiyeyê werin nirxandin.
Aborî û Xeze jî di rojevê de ne
Aborî dê bibe mijareke din a girîng a civînê. Di civînê de dê behsa enflasyona meha çiriya pêşîn jî were kirin.
Her wiha dê tedbîrên zêde yên ku ji bo têkoşîna li dijî enflasyon û bihabûnê tên girtin, bên nirxandin.
Her wiha dê li ser Xezeyê jî were axaftin.
Piştî agirbesta ku hatiye ragihandin, dê rewşa dawî ya li herêmê û çalakiyên alîkariya mirovî yên Tirkiyeyê yên ji bo herêmê bên nirxandin.