Konferansa Demokrasiya Herêmî: 'Ji bo aştiyê divê qeyûm rabin'

Stenbol (Rûdaw) - Di pêvajoya aştî û çareseriyê de DEM Partî kar û xebatên xwe yên di çarçoveya pêvajoyê de zêdetir dike.

Herî dawî DEM Partiyê li Navenda Çand û Hunerê ya Cem Karaca ya li Bakirkoya Stenbolê “Konferansa Demokrasiya Herêmî” li dar xist.

Di konferansê de, bi beşdariya siyasetmedar, rêveberên herêmî û pisporan, li ser du mijarên sereke “aştiya bajaran” û “pergala qeyûman” hat axaftin.

"Bila şik û gumana kesî çênebe"

Konferans bi axaftina Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan dest pê kir.

Bakirhan di axavtina xwe de got, “ji bo aştiyê lazim e qeyûm bên rakirin” û wiha pê de çû:

 “Ev pêvajo çiqas pêvajoya bidawîkirina şer û pevçûnan be jî, di heman demê de pêvajoya qezenckirina demokrasiya herêmî ye jî.

Yanî ev pêvajo, hevwelatitiya wekhev û nasîna mafê bajêr li xwe digre.

Bila şik û gumana kesî çênebe, qonaxa dawî ya pêvajoyê demokrasî, pisûlaya wê jî edalet e.”

Di konferansê de li ser du mijarên sereke “aştiya bajaran” û “pergala qeyûman” hat axaftin.

Alîkarê Hevserokê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî û Hevşaredara Wanê Neslihan Şedala ku ji kar hatiye dûrxistin û li dewsa wê qeyûm hatiye danîn, ji Rûdawê re axivîn û da zanîn ku yek ji gavên sereke divê rakirina qeyûman û vegerandina şaredarên hilbijartî be.

"Qyûm hîn li ser kar in"

Alîkarê Hevserokê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî jî wiha anî zimên:

"Hêviya me û ya gel ew e ku êdî qeyûm ji holê rabin. Ev demek e ji ber pêvajoyê desthilatdar qeyûm navêje ser şaredariyên me.

Lê hevaşaredarên me yên ji kar hatine dûrxistin hêj nehatine vegerandin û qeyûm hêj li ser kar in.”

"Gel dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe"

Hevşaredara hilbijartî ya Wanê Neslîhan Şedalê xwest dewlet gavan biavêje û got:

“Daxwaza gel ew e ku dewlet jî êdî gavan bavêje, lê dewlet sekinî ye niha gavan navêje.

Dema ku gel xwe bi xwe bi rê ve bibe û pirsgirêkên xwe çareser bike, wê demê civaka demokratik jî tê avakirin. Ji bo vê jî lazim e îradeya gel bê naskirin.”

Di rûniştina ewil de şaredar, avahîsaz û nivîskar li ser “aştiya bajaran” û pêkvejiyanê nêrînên xwe parve kirin.

Bi moderatoriya Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, avahîsaz Doç. Dr. Gul Koksal, rojnameger û nivîskar Pakrat Estukyan, Şaredarê navçeya Findikliyê ya Rizeyê Ercument Şahin Çervatoglu û Hevşaredara navçeya Peyasê ya Amedê Bêrîvan Gulşen Sincar gotar pêşkêş kirin.

Di rûniştina duyem de jî li ser “Demokrasiya Herêmî û Qeyûm” hat rawestandin.

Bi moderatoriya kurê “Terzî Fîkret” Naci Sonmez, li gel Mehmet Ruştu Tiryaki û Neslîhan Şedal, endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mithat Sancar û Serokbajarê Stenbolê yê CHPê Ozgur Çelik gotaran pêşkêş kirin.

"Em ji doh bêhtir bi hêvî ne"

Hevberdevkê HDKyê Alî Kenanoglu jî diyar kir ku ew ji pêvajoyê bi hêvî ne û got:

“Li gorî doh, em îro zêdetir bi hêvî ne. Lewra pêvajo bi biryardarî bi pêşve diçe.

Divê di qanûnên wekî `Qanûna Li Dijî Terorê`, `Qanûna Cezayê` û `Qanûna Birêvebiriyên Herêmî` de guhertin bêne kirin.

Divê êdî îhtîmala danîna qeyûman bi temamî ji holê were rakirin.”

"Kêmnetewe dixwazin werin bihîstin"

Rojnameger û Nivîskarê Ermen Pakrat Estukyan, “Helbet di pêvajoyê de daxwazên kêmneteweyan jî hene.

Ew jî dixwazin werin dîtin û dengê wan bê bihîstîn. Lazim e daxwazên wan bên guhdarîkirin.

Pêvajo ancax wiha dikare bimeşe. Em tim li ser maf û azadiyên bingehîn diaxivin.”

Danîna qeyûman

Ev 3 heyam in ku li ser şaredariyên bajarên Kurdan qeyûm tên danîn.

DEM Partî di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de, bi tevahî 78 şaredarî qezenc kiribûn.

Lê li ser 8 şaredariyên wê yên Colemêrg, Mêrdîn, Dêrsim, Batman, Wan û navçeya wê Miks, navçeya Xelfetî ya Rihayê û li ser navçeya Akdenizê ya Mêrsînê qeyûm hatibûn danîn.

Bi bipêşketina pêvajoya çareseriyê yek ji hêvî û bendewariyên sereke ew e ku sîstema qeyûman ji holê bê rakirin û şaredarên hilbijartî vegerin ser karên xwe.