Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê
Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket.
Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan çûn Girava Îmraliyê.
Di nav Heyeta Îmraliyê de Parlamentera Wanê Pervîn Buldan, Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol cih digirin.
Ev ziayret piştî hevdîtina endamên Endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya bi Ocalan, wekî ziyareta yekem a heyetê ye.