Artêşa Tirkiyê hejmara personel û efserên xwe eşkere kir

Navenda Nûçeyan - Di sala nû de Serokerkaniya Artêşa Tirkiyê di malpera xwe ya fermî de amara efser û leşkerê xwe belav kiriye û ragihandî ye ku fermandehiya giştî ya artêşa Tirkiyê ji 26 hezar efseran pêk tê.

 

Serokerkaniya Artêşa Tirkiyê di wê amara xwe de hûrgiliyên di derbarê efser û piledar û leşkerê xwe de jî belav kiriye.

 

Li gorî wê amarê, artêşa Tirkiyê niha xwediyê 359 hezar û 273 leşkerên hêzên bejayî û deryayî û asmanî ye ku 26 hezar û 278 ji wan efser in, 203 ji wan bi pileya general û mîralay in.

 

Belavkirina amara leşker û generalên Tirkiyê di demekê de ye ku, piştî hewla darbeya 15ê Tîrmeha sala 2016an bi sedan serbaz û efser û hejmareke generalan bi tometa hewla derbeyê hatine girtin yan jî ji karên xwe hatine dûrxistin.