Operasyona DAIŞê: 67 kes hatin girtin

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tirkiye DAIŞ Operasyon Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya li dijî DAIŞê de biryar li ser 147 gumanbaran hat dayîn.

Dadgehê biryara girtina 67 kesan da ku di nav wan de kesên têkiliya wan bi êrişa Yalovayê re heye jî hene.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê 147 gumanbarên ku di operasyona li dijî DAIŞê de hatibûn desteserkirin de lêpirsînên xwe temam kirin.

Gumanbar sewqî Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin û li Dadgeriya Cezayê ya Silhê îfadeyên wan hatin girtin.

Dadgeriyê ji 72 kesên ku daxwaza girtina wan hatibû kirin biryara girtina 67 kesan da û ew şandin girtîgehê.

Her wiha derbarê 48 gumanbaran de jî biryara kontrola dadî hat dayîn.

32 kes tên dersînorkirin

Li aliyê din, 32 gumanbarên ku hatibûn desteserkirin bi tohmeta ku ji bo welêt "gef in" radestî navenda vegerandinê hatin kirin da ku bên dersînorkirin.

Hat ragihandin ku ev kes piştî karûbarên fermî dê bên dersînorkirin.

Dixwestin sersalê êriş bikin

Serdozgeriyê di daxuyaniya xwe de hûrgiliyên operasyonê eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di encama xebatên Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê û Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê de li dijî endam û çalakiyên DAIŞê operasyon hatine kirin.

Hat diyarkirin ku kesê bi navê M.Y. yê ku wekî qaşo "hoca û serçete"yê rêxistinê li Stenbolê xebitiye, sohbet û dersên neyasayî li dar xistine û di bin navê fealiyetên mescîdên îllegal de hewl daye endaman ji rêxistinê re peyda bike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 30ê Kanûna Pêşîn a 2025an saet 01:00an li Stenbol û 2 parêzgehên din li 114 navnîşanan operasyon hatiye kirin.

Agahiyên derbarê gumanbaran de wiha ne:

41 gumanbar: Têkiliya wan bi kesên ku êrişa li Yalovayê pêk anîne re heye û agahî hebûn ku dibe di sersalê de êrişên mîna wê li Stenbolê pêk bînin.

13 gumanbar: Têkiliya wan bi rêxistinê re heye û delîl li ser wan hene.

14 gumanbar: Li ser platformên medyaya civakî propagandaya rêxistinê kirine.

15 gumanbar: Têkiliya wan bi herêmên şer re hatiye tesbîtkiin.

Yên din: Wekî Şerkerên Terorîst ên Biyanî hatine pênasekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst