Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel, li ser "Peymana 10ê Adarê" ya di navbera birêvebiriya Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, tekez kir ku dabînkirina aştiya mayînde li Sûriyeyê ji bo aramiya Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka penaberan jiyanî ye.
Ozgur Ozel li navçeya Saruxanliyê ya Manîsayê di merasîmeke vekirinê de li ser rojevê axivî.
Ozel li ser "Peymana 10ê Adarê" ya ku di navbera birêvebiriya Şamê û HSDyê de hatiye îmzekirin axivî û diyar kir ku divê pêşiya pêvajoyê neyê girtin.
Ozel got, "Nabe mirov bikeve wê mantiqê ku bibêje 'Dîrok tije bû, dema qediya, bila aştî nebe û şer hebe'.
Em difikirin ku divê rê li ber diplomasiyê were vekirin. Bêîstiqrariya li Sûriyeyê feydeyê nade ti kesî."
"Destûreke berfireh a Sûriyeyê şert e"
Ozel êrişên li dijî kêmîne û komên baweriyê yên cuda yên li Sûriyeyê şermezar kirin û ji bo çareseriya mayînde bal kişand ser destûreke berfireh:
"Me gelek caran êrişên li dijî birayên xwe yên Ereb ên Elewî, Nusayrî û Durzî şermezar kirin.
Divê Ereb, Kurd û Tirk di nava aştiyê de bijîn. Rêya vê yekê jî di destûreke Sûriyeyê re derbas dibe ku her kes tê de were temsîlkirin.
Divê dengên ku ji Tirkiyeyê derdikevin di vê xalê de avakar bin."
Ozgur Ozel her wiha diyar kir ku divê Tirkiye di vê pêvajoyê de helwesteke çalaktir û bisebirtir nîşan bide û ev bang li saziyên dewletê kir:
"Em dişopînin ku Serokê MÎTê di vê mijarê de helwesteke çalak nîşan dide.
Hem Wezareta Karên Derve, hem teşkilata îstixbaratê û hem jî hikûmet divê helwesteke çalak û avakar nîşan bidin.
Eger li cîhanê, Ewropayê an Sûriyeyê ji bo vê pêvajoya aştiyê erkek bikeve ser milê CHPyê, em jî amade ne tevkariyê bikin. Tenê bila aştî hebe."
"Aştiya li Sûriyeyê tê wateya aştiya li Tirkiyeyê"
Ozel tekez kir ku aramiya li Sûriyeyê dê rasterast bandorê li mijarên navxweyî yên Tirkiyeyê jî bike û bal kişand ser pirsgirêka penaberan.
Serokê CHPyê got, "Aştiya Sûriyeyê, aramî û bipêşketinê tîne Tirkiyeyê.
Her wiha pirsgirêka penaberan a li Tirkiyeyê bi vê rêyê bi temamî çareser dibe.
Niha tenê ji sedî 20ê vê pirsgirêkê çareser bûye, ji sedî 80ê wê hîn jî li cihê xwe ye."
Ozel xwest ku sala 2026an hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo Sûriyeyê bibe sala aştiyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
"Em di sala 2026an de aştiyê dixwazin. Pirsgirêka sereke ya Kurd, Tirk, Ereb û Elewiyên vê cografyayê kedxwarî, birçîbûn û xizaniya ye.
Ji bo derbaskirina van pirsgirêkan em naxwazin bi şeran, em dixwazin bi bipêşketin û aştiyê bên bibîranîn."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse