Tuncer Bakirhan: Kurd li dijî bêstatubûna 100 salî rabûn ser pêyan

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan eşkere kir ku Kurd li dijî tunehesibandina li ser maseyê derdikevin.

Bakirhan di civîna koma partiya xwe ya li parlamentoyê de li ser pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê axivî.

Tuncer Bakirhan bertek nîşanî operasyonên li dijî ESPyê da û diyar kir ku piştgiriya bi Rojavayê re ne sûc e.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê xwest ku Deriyê Sînorî yê Mûrşîtpinarê were vekirin û bal kişand ser bêstatuyiya sed salî ya Kurdan.

Operasyona li dijî ESPyê

Bakirhan bertek nîşanî girtina Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Çewisandiyan (ESP) Murat Çepnî û 92 kesan da û wiha got, "Ev operasyon di vê pêvajoyê de ji bo çi ne? Em fêm nakin.

Bê operasyon nasekinin. Ma nûçeçêkirin sûc e? Ma parastina ekolojiyê sûc e? Divê ev hevalên me yekser werin berdan. Divê ji vê şaşiyê vegerin."

"Piştgiriya bi Rojavayê re ne sûc e"

Bakirhan bal kişand ser çalakî û xwenîşadanên piştgiriya Rojavayê Kurdistanê jî û got:

"Li gelek deran, bi taybetî li Colemêrgê girtin û desteserkirinên zêde hene.

Ev yek zererê dide aştiya civakî. Piştgiriya bi birayên xwe yên li Rojavayê re ne sûc e. Ev piştgirî dê heta dawiyê bidome."

"Alîkarî li ser sînor tên sekinandin"

Bakirhan rexne li sekinandina barhilgirên alîkariyê yên ji bo Kobaniyê girt û got:

"Barhilgir bi rojan e li Deriyê Mûrşîtpinarê hatine sekinandin. Çima?

Birêvebirên ku li Sûriyeyê wêne dikişînin bila bêjin; li wir pêdivî heye. Çima hûn rê li ber alîkariyên mirovî digirin?

Ev ji bo hişmendiya dewletê şerm e. Divê ev astengî werin rakirin û ev mesele nebin qurbaniyên hesabên siyasî."

"Kurd li dijî bêstatubûna sed salî ne"

Bakirhan anî zimên ku li Helebê êrişî taxên Kurdan tê kirin û wiha domand:

"Kurd çima bertek nîşan didin? Bersiv di sîstema sed salî de ye ku li ser înkara Kurdan hatiye avakirin.

Kurdan her tim di şer û krîzan de li gel gelên din li ber xwe da lê dema dor hat avakirina pergaleke nû, Kurd wekî 'gefê' hatin dîtin."

Siyasetmedarê Kurd bi bîr anî ku Kurd sala 1923yan ji hiqûqê hatin derxistin û di peymanên wekî Sadabat û Bexdayê de dewlet li dijî Kurdan bûn yek.

Bakirhan di berdewamiyê jî de got, "Me dît ku li Mehabad, Cezayir, Enfal û Helebceyê çarenivîsa gelekî çawa hat firotin.

15ê Sibatê jî hedef tasfiyekirina Kurdan bû.”

“Kurd li dijî vê xapandinê rabûn ser pêyan”

Bakirhan bal kişand ser Peymana Parîsê ya 10ê Kanûna Paşîn a Îsraîl û Sûriyeyê jî û got:

"Ev peyman dubarekirina sed salên borî ye lê hişmendiya neteweyî ya Kurdan mezin bûye.

Kurd êdî ji vê xapandinê re dibêjin 'na' û li her derê rabûn ser pêyan. Kurd naxwazin bibin qurbaniyên komployan, ew dixwazin wekî welatiyên wekhev bijîn.

Dixwazin bi zimanê xwe biaxivin û nasnameya wan were naskirin.

Dûrxistina Kurdan ji maseyan aştî neanî. Tepeserkirina daxwazên rewa pirsgirêkê çareser nake, şer kûrtir dike.

Înkara li Tirkiyeyê, tepeserkirina li Îranê û fetisandina li Îraqê parçeyên heman hişmendiyê ne.

Çareserî ne di sêpêyên îdamê de, di diyalog û rêzgirtina dualî de ye."

“Divê Tirkiye êdî enerjiya xwe ji bo Enqereyê xerc bike”

Hevserokê DEM Partiyê amaje bi pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî kir û got:

"Tirkiye divê êdî enerjîya xwe ne ji bo Şamê lê ji bo Enqereyê xerc bike.

Divê bala xwe bide ser çareseriya Enqereyê. Çareseriya Enqereyê dê bandorê li her derê bike.

Êdî di destê desthilatê de hinceta fikarên ewlehiyê yên li ser bingeha Sûriyeyê nemane.

Êdî di mijara gavên berbiçav û bawerîbexş de hinceta ti kesî nemaye.

Divê xebatên hiqûqî yên ku mafên Kurdan û demokrasiya Tirkiyeyê dabîn dikin, werin kirin.

Berî me li ser vê kursiyê Birêz Bahçelî axivî.

Tirkiyeyeke ku ji şerma qeyûman rizgar bûye û 'mafê hêviyê' yê ku Birêz Bahçelî behs kiriye, daxwazên me ne jî.

Divê desthilatdarî êdî di van mijaran de gavên ku Birêz Bahçelî behs kirine biavêje.

Divê ev pêvajo bi îradeyeke bihêz a parlamentoyê û bi gavên zelal û wêrek bi pêş ve biçe.

Naskirina nasname, ziman û çandê û bihêzkirina demokrasiya herêmî, rêya yekane ye ku Kurdan xwe di ewlehiyê de û li mala xwe hîs bikin."