Meral Akşener: Maseya 6 partî êdî îradeya gel nîşan nade

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener ragihand, ji bo berbijêriya serokkomariyê ligel 5 partiyên Hevpeymaniya Millet li hev nekirine.

Meral Akşener, piştî civîna ligel berpirs û parlamenterên partiya xwe konferansa rojnamevaniyê saz kir.

Akşener got: “Di civîna duh de me behsa berbijêrê serokkomariyê yê hevbeş kir. 5 partiyên opozîsyonê ligel berbijêriya Kilicdaroglu ne. Me bo berbijêriya serokkomariyê Mansur Yavaş û Ekrem Îmamoglu pêşniyar kir. Pêşniyarên me yên aqilane ji aliyê wan pênc partiyan ve hatin redkirin. Erka sereke ya li ser milê me, parastina welatê me ye. Maseya 6 partî êdî îradeya gel nîşan nade.”

Meral Akşener bang li Mansur Yavaş û Ekrem Îmamoglu kirk u di pêvajoya berbijêriya serokkomariyê de berpirsiyariyê werbigirin.

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener di daxuyaniya partiya xwe ya vekişîna ji Maseya Şeş Partî got, “Me  ji bo milletê xwe înad kir. Em rûbirûyî sivkatiyê bûn lê me li berxwe da. Bêbextî li me hat kirin lê em rûbirû bûn. Em hatin lînckirin, lê em hilneweşiyan. Bêyî ku em aciz bibin û dest jê berdin em bi berdewamî axivîn, me nêrîna xwe got û bi wan da guhdarkirin. Lê mixabin nebû. Ez bi xemginî dibêjim ku di rewşa dawî ya ku em hatinê de ji duh û şûnde maseya 6 partiyan, şiyana xwe ya nîşandana îradeya millet ji dest daye. Ev maseya ku em ji bo berjewendiya hevbeş a miletê xwe bi niyetek baş  li ser rûniştibûn, êdî ji platformekî wiha derketiye ku berbijêrê hevbeş li ser bê nîqaş kirin. Bûye maseyek noterê ku   hemû alternatîfan dixe lîsteya reş  û ji bo pesendkirina yek berbijêr kar dike.”

Akşener her wiha anî ziman, “Di pêvajoya salek borî de ji bo ku li welatê me demokrasî ji nû ve bê avakirin, me gelek îmzeyên girîng avêtin. Ji ber wê jî çi dibe bila bibe em li pişt wan îmzeyên xwe û wam sozan in  ku me dane miletê xwe. Lê em  ne li ser maseyeke qumarê,  ne jî li ser maseyeke noterê cih nagirin. Em îradeya 85 milyonan radestî yek îradeyê nakin û naxin metirsiyê. Em bi awayek eşkere sedsala nû ya komara me tine nakin. Em hêviya qezenckirinê ya miletê xwe jinav nabin. Em hebûna milletê tirk û îradeya wê nahêlin bo gotina ji devê 2 kesan derdikeve. Em welatê xwe radestî sîstemek ucube nakin  ku tenê krîzan diafirîne.”