Kesekî hevjîn û 3 zarokên xwe kuştin û paşê jî xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Avcilarê ya Stenbolê kesekî bi çekê hevjîn  û sê zarokên xwe kuştin û paşê xwe kuşt.

Li taxa Merkezê ya navçeya Avcilarê ya Stenbolê zilamekî ku aqil avêt, bi çekê jin û sê zarokên xwe kuştin.

Paşê jî întihar kir.

Gelek tîmên polîsan çûn cihê bûyerê.

Lêkolînên polîsan berdewam dikin.