Erdogan: Aştiya mayînde tenê bi aştiyeke dadmend û birûmet pêkan e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan got, “Aştiya mayînde tenê bi aştiyeke dadmend û birûmet pêkan e.”

Serokkomar Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li bernameya fitarê ya ku ji bo balyozên welatên biyanî hatibû dayîn axivî.

"Herêma me ji xwîn, pevçûn û hêstiran têr bûye"

Erdogan behsa Ukrayna û Sûriyeyê kir û got "Aştiya mayînde tenê bi aştiyeke dadmend û birûmet pêkan e" wiha li dûv çû:

“Rêya vê jî di pêvajoya dan û standinên ku her du alî tên temsîlkirin re derbas dibe.

Em hêvî dikin ku êdî hemû kes, hemû alî bibînin ku herêma me ji xwîn, pevçûn û hêstiran têr bûye.

Ez dixwazim diyar bikim ku em amade ne ku her cure piştgiriyê bidin, di nav de mêvandariya dan û standinan, ji bo ku kesekî bêsûc nemire."

"Divê em hemû piştgiriyeke xurt bidin hewldanên gelê Sûriyeyê”

Erdogan anî zimên, "Avakirina Sûriyeyeke ku yekparçeyiya axa xwe û yekîtiya siyasî parastiye û ji bo hemû cîranan çavkaniya ewlehî û îstiqrarê ye, hêviya me ya herî mezin e” û wiha domand:

"Divê em hemû piştgiriyeke xurt bidin hewldanên gelê Sûriyeyê yên ji bo nûavakirina welatê xwe.

Kesên ku bi kişandina nêrîn û cudahiyên etnîkî û olî yên li Sûriyeyê li bendê ne ku ji bêîstiqrariya vî welatî sûdê wergirin, divê zanibin ku dê negihîjin armancên xwe.

Em dê destûrê nedin ku herêma me careke din wekî beriya 100 salan parçe bibe û li ser nexşeyên nû were dîzaynkirin.

Em dê derfetê nedin kesên ku li benda vê ne û destên xwe li hev dixin.

Yek ji armancên me yên xebatên ku em bi hedefa Tirkiyeyeke bêteror dimeşînin jî ew e ku em rê li ber van planan ên qirêj û xwînî bigirin.

Em bi van senaryoyên ku di guhan de pistepist wan e jî dizanin. Encama kesên ku dibin figuranên senaryoyên emperyalîst, di dawiyê de ew e ku werin qermiçandin û bi aliyekî de bên avêtin.

Eger neyê xwestin ku dîrok ducare bibe, rêya ku divê were şopandin diyar e.

Em wekî Tirkiyeyê bi zêdeyî xwedî wê hêzê ne ku her cure gefên li dijî ewlehiya xwe li çavkaniya wan ji holê rakin.”