Hejmara parlamenterên Rihayê zêde bû û ya Erziromê kêm bû

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê, hejmara parlamenterên 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gorî nifûsa wan ji nû ve diyar kir.

Biryara Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya derbarê hejmara parlamenterên bajaran îro di Rojnameya Fermî de hat belavkirin.

Hejmara parlamenterên bajaran li gorî nifûsa wan ji nû ve hatiye diyarkirin.

Her wiha di sîstema hilbijartinê de hinek guhertin hatin kirin.

Hejmara parlamenterên Rihayê û Erziromê

Li gorî biryarê hejmara parlamenterên parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê yek zêde bû.

Hejmara parlamenterên Rihayê derket 15an.

Hejmara parlamenterên Erziromê jî yek kêm bû û daket 4an.

Her wiha hejmara parlamenterên Stenbolê ji 98an daket 96an.

Hejmara parlamenterên Yozgat û Karabukê jî yek kêm bû.

Li aliyê din hejmara parlamenterên Enqere, Bursa, Mugla û Eskîşehîrê jî yek zêde bû.

Bajarên ku zêdetirî 18 parlamenteran derdixînin

Li gorî biryara nû, her bajarê ku zêdetirî 18 parlamenteran derxîne dê bibe 2 herêmên hilbijartinê.

Stenbol bi 96 parlamenterên xwe wekî berê dabeşî 3 herêman dibe.

Enqere bi 37 parlamenteran û Îzmîr jî bi 28 parlamenteran dabeşî 3 herêman dibin.

Her wiha Bursa jî bi 21 parlamenteran dabeşî 2 herêmên hilbijartinê dibe.