Erdogan û Pûtin dê temelê Santrala Nukleerê ya Akkuyuyê biavêjin

03-04-2018
RÛDAW
Nîşan Vladimir Pûtin Recep Tayyip Erdogan Santrala Nukleerê ya Akkuyuyê
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Serokomar Recep Tayyip Erdogan ligel Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn sibê dê beşdarî merasîma temel avêtina Santrala Nukleerê ya Akkuyuyê bibe.

 

Serokê Rûsya, Vladimir Pûtin bi serdaneke du rojî diçe Tirkiyê.

 

Koşka Kremlîn, koşka serokatiya Rûsyayê di daxuyaniyeke nivîskî de aşkere kir, ku serokê wî welatî Vladimir Putin dê serdana Tirkiyê bike û serdana wî dê du rojan berdewam be.

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser Twitterê diyar kir ku  îro Çarşemê( 03.04.2018) ligel Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn temelê Santrala Nukleerê ya Akkuyuyê biavêjin û got: “Ev veberhênana ku bihayê 20 milyar dolarî ye, ji bo siberoja têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê gaveke giring e.”


Ji aliyê din ve Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ji bo beşdarbûna civîna 3 alî ya serokomarên "Îran, Rûsya û Tirkiyê" ya li ser krîza Sûriyê serdana Tirkiyê dike.


Ev civîn berdewamiya civînên Astana ye, ku ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyê di navbera wan 3 welatan de birêve diçin. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst