Stenbol (Rûdaw) - Roja 3’yê Gulanê Roja Azadiya Medyayê ku li hemû cîhanê tê pîrozkirin, li Tirkiye di bin siya fişar û qedexeyên li ser medyayê hate pêşwazîkirin. Rojnamegerên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di roja ku weke cejn tê qebûlkirin de, li hemberî binpêkirina azadiya medyayê li qadan bûn.
Roja 3 Gulan’ê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke Roja Azadiya Medyayê ya Cîhanê tê qebûlkirin. Rojnamegerên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îsal ew roj ji salên din bêhtir di binê fişar, qedexe û talûkeya hepsê pêşwazî kirin. Li gorî nûnerên sendîkayan pêdivî bi hevgirtin û derketina qadan heye.
Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê Ûgur Gûç di bareya roja cîhanî ya azadiya medyayê de ji Rûdawê re ragihand: Îro roja azadiya medyayê ye lê li Tirkiye êdî azadiya medyayê bi dawî hatiye. Ne tenê medya, civak ji azadiyê hatiye bi dûrxistin. Di vir de tişta pêwîst, qebûlnekirina vê yekê ye. Ne tenê ji bo pîşeyê xwe lê divê em êdî ji bo welatê xwe jî ji pişta wênekêşên xwe derkevi. Divê êdî em ji bo welatê xwe wê têkoşînê bidin.
Bi minasebeta rojê, ji aliyê saziyên sereke yên medyaya cîhanê ve dîs raporên di derbarê rewşa heyî de hatin amadekirin. Di van raporan de jî rexneya herî giran li Tirkiye tê girtin. Li gorî raporên ku ji aliyê Fredoom House, RSF û CPJ ve hatine amadekirin Tirkiye di nava wan welatan de ye ku êdî azadiya medyayê nîn e. Rapora Çavdêriya Medyayê ya Bîanet jî balê dikêşe ser rewşa rojnamegerên Kurd.
Serokê Cemîyeta Rojnamegerên Azad –Amed Hakki Boltan jî ji Rûdawê re axivî û got: “Li Tirkiye rojnamegerî tê qedantin. Bi taybetî jî tê xwestin ku li Kurdistanê rojnamegerî bê rakirin. Pêwîstî pê heye ku hemû rojnameger wê rastiyê bibînin û li gorî wê tev bigerin. Gotina me tenê ne ji bo beşekê ye. ji hemû Kurdistanê ye û rojnamegerên ku li Kurdistanê dijîn e. Ger ku ew hevgirtin pêk were, serkeftin û pêşketin dê di destê wan de be.”
Di rapora Fredoom House de Tirkiye di warê azadiya medyayê de din ava 199 welatan de di rêza 65’em de ye. Li gorî rapora RSF jî cihê Tirkiye din ava 180 welatan de, rêza 149. e. Li Tirkiye niha 24 jê kurd 33 rojnager di hepsê de ne. Mercên xebatê giran in û bi sedan dozên di derheqê rojnamegeran de jî berdewam in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse