Akar: Tirkiye naxwaze pirsgirêkên wê bi NATOyê re çêbibin
Navenda Nûçeyan - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar da xuyakirin, ku bêparkirina welatê wî ji balafirên F-35 ji aliyê Amerîka ve, ji ber kirîna sîstema mûşekî ya S-400, karekî şaş e û got, ku Enqere rêzê li yekîtiya Sûriye û Iraqê digire.
Hulusi Akar ragihand ku ji bilî S-400, Tirkiye dê hin sîstemên din yên mûşekî bikire, û ew bi erênî li wê daxuyaniya Amerîka dinerin, ji bo kirîna sîstema Patriyot ji Waşintonê û got, ku Tirkiye ji ber S-400 pirsgirêkan ji NATOyê re dernaxîne.
Akar ev yek jî anî ziman, ku Rûsyayê soz daye wan, ku dê YPGê ji navçeya Til Rifetê li gundewarê Helebê derxîne, lê heya niha ew soza xwe bicih neaniye û got ku Enqere rêzê li yekîtiya Iraq û Sûriyê digre, lê PKKê li wan herdû welatan gef e li ser ewlehiya Tirkiyê, lewma ewê li dijî hebûna PKKê operasyonan lidar bixin.