Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê: Divê destûreke nû were nivîsandin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ragihand ku destûra niha ya welêt li hemberî guherînên cîhanê, gefên li ser ewlehiya neteweyî û daxwazên gel ên ji bo maf û azadiyan lawaz maye.

Gurlek got, "Nivîsandina destûreke nû pêdiviyeke mecbûrî ye."

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek, doh beşdarî merasîma vekirina "Dibistana Siyasetê" ya li Zanîngeha Stenbolê bû û gotarek pêşkêş kir.

Gurlek di gotara xwe de bal kişand ser pêwîstiya guherîneke bingehîn a di destûra Tirkiyeyê de.

"Peymaneke yasayî û exlaqî ye"

Wezîrê Dadê destnîşan kir ku destûr ne tenê çarçoveyek e ji bo birêvebirina dewletê, her wiha "peymaneke yasayî û exlaqî ya di navbera gel û dewletê de ye."

Gurlek got, "Di wê xala ku em îro gihîştinê de, mixabin destûra me ya niha êdî bersivê nade daxwazan û nikare li gorî pêkhateya bipêşketî ya civakê bimeşe."

2 armancên sereke

Akin Gurlek 2 armancên sereke yên wezareta xwe ji bo paşerojê eşkere kirin.

Ya yekem avakirina Tirkiyeyeke aram û "ji terorê paqijkirî" ye.

Ya duyem jî pêşkêşkirina destûreke nû ye ku garantiya hemû maf û azadiyan bide gel.

Akin Gurlek diyar kir ku wekî Wezîrê Dadê berpirsyariya wî ye ku pergaleke dadê ya wiha ava bike ku gihîştbar be û bêyî derengî karên welatiyan bê kirin.

Her wiha wî tekezî li ser serweriya yasayê û parastina azadiyên welatiyan kir.

Rêkarên yasayî yên guhertina destûrê

Pêvajoya guhertina destûrê ya li Tirkiyeyê di parlamentoya ku ji 600 kursiyan pêk tê de, bi van rêkarên yasayî ve girêdayî ye:

Ji bo pêşniyarkirina sererastkirinê yan jî destûreke nû pêwîstî bi îmzeya 200 parlamenteran heye.

Ji bo birina destûrê ya referandumê pêwîstî bi dengên 360 parlamenteran heye.

Ji bo pesendkirina rasterast a bêyî referandumê pêwîstî bi dengên 400 parlamenteran heye.

Daxuyaniyên Wezîrê Dadê di demekê de ne ku demeke dirêj e di nav aliyên siyasî yên Tirkiyeyê de nîqaşên germ ên li ser guherandina destûrê hene.

Destûra niha wekî bermayiya serdema darbeyên leşkerî tê dîtin.