Onder di yekemîn salvegera koça dawî ya xwe de tê bibîranîn
Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onderê ku ji ber nexweşiya dil canê xwe ji dest dabû, di yekemîn salvegera mirina xwe de tê bibîranîn.
Ji bo bîranîna Sirri Sureyya Onder dê li Stenbol û Enqereyê merasîm werin lidarxistin.
Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder, 3yê Gulana 2025an li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin canê xwe ji dest dabû.
Merasîma bîranînê ya li Stenbolê îro li Goristana Zincirlikuyuyê pêk tê.
Beşdariya merasîmê
Tê payîn ku ji bilî malbat û xizmên Onder, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Pervîn Buldan jî beşdarî merasîmê bibin.
Her wiha nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk jî dê li goristanê amade bin.
Merasîma li Enqereyê
Merasîma bîranînê ya li Enqereyê jî dê li Navenda Çand û Hunerê ya Anatoliayê were lidarxistin.
Mithat Sancar, Mahfuz Guleryuz û Fatîn Kanat dê di vê çalakiyê de wekî axaftvan cih bigirin.
Banga DEM Partiyê
DEM Partiyê xwest ku xelk beşdarî merasîmên bîranîna Onder bibe.
Di banga DEM Partiyê de wiha hat gotin:
"Em di salvegera yekemîn a koça wî ya dawî de Sirri Sureyya Onder li Goristana Zincirlikuyuyê bi bîr tînin.
Em hemû dostên xwe û gelên xwe vedixwînin vê hevdîtinê."