MÎTê li ser çekdanîna PKKyê raporek pêşkêşî AK Partiyê kir
Hewlêr (Rûdaw) - MÎTê li ser qonaxa çekdanînê ya PKKyê raporek pêşkêşî AK Partiyê kir.
Rojnameya Turkiyeyê ya ku nêzîkî desthilatê ye ragihand ku Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin li ser pêvajoya çareseriyê, vegera endamên PKKyê yên ku çekan datînin û çarenivîsa wan a hiqûqî raporek pêşkêşî birêvebiriya AK Partiyê kiriye.
Her wiha hat ragihandin, dibe ku di demeke nêzîk de gavên ku pêwîstiya wan bi yasayan nînin werin avêtin.
Li gorî nûçeya Rojnameya Turkiyeyê, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin li ser hûrgiliyên çekdanîna PKKyê li gel birêvebiriya AK Partiyê civiyaye.
Di civînê de li ser mijarên wekî awayê vegera gerîlayên PKKyê, çarenivîsa çekên radestkirî û pêvajoyên yasayî yên ji bo kesên ku dixwazin vegerin nîqaşên teknîkî hatine kirin.
Mekanîzmaya piştrastkirinê
Yek ji xalên herî girîng ên rapora MÎTê, avakirina "Mekanîzmaya Piştrastkirin û Rastandinê" ye.
Li gorî vê nexşerêyê, piştî derxistina yasaya çarçoveya pêvajoya çareseriyê, her kesê ku bixwaze vegere dê ji aliyê vê mekanîzmayê di bin kontrola burokrasî û ewlehiyê de were çavdêrîkirin.
Biryara dawî ya li ser vegera endamên PKKyê dê di destê vê saziyê de be ku ti metirsiyên ewlehiyê çênebin.
“Mixetabê sereke Ocalan e”
Çavkaniyên AK Partiyê li ser sistbûna pêvajoyê diyar dikin ku ti pirsgirêkên neyînî nînin û ew li gorî salnameya xwe gavan diavêjin.
Li gorî nûçeyê, rayedarên AK Partiyê gotiye:
“Me ji destpêkê ve got ku ev pêvajo wekî pergala zîncîrê dê qonax bi qonax bimeşe.
Dibe ku hinek derengketin çêbibin lê em li gorî daxuyaniyên DEM Partiyê yan aliyên din tevnagerin.
Li vir mixetabê sereke Abdullah Ocalan e.
Yekeyên me yên ewlehiyê jixwe her mijarê li gel Ocalan gotûbêj dikin.
Di demeke nêzîk de dê pêşhatên nû çêbibin.”
Daxwaza DEM Partiyê û berteka li hemberî Karayilan
Her wiha hat ragihandin ku AK Partî hîn jî li hemberî daxwaza DEM Partiyê ya ji bo "meşandina hevdem a çekdanîn û yasayan" sar e.
Hikûmet pêdagir e ku divê destpêkê çekdanîn bi awayekî fîzîkî were piştrastkirin û piştre Parlamentoya Tirkiyeyê sererastkirinên yasayî bike.
Li aliyê din, daxuyaniya endamê serkirdayetiya PKKyê Murat Karayilan a ku gotibû "pêvajo hatiye rawestandin", di nav DEM Partî û Îmraliyê de bûye sedema bertekan.
Birêvebirên DEM Partiyê diyar dikin ku pênasekirina rewşê wekî "rawestandin" ne li gorî ruhê pêvajoyê ye û dan û standin bi her awayî didomin.