Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Divê Tirkiye zextên li ser rojnamegeran bi dawî bike

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rêxistina Efûyê ya Navnetewey Rojnameger Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo rojnamegerên li Tirkiyeyê bangî rayedaran kir, “Divê Tirkiye zextên li ser rojnamegeran bi dawî bike”

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International), bi boneya Roja Azadiya Rojnamegeriyê ya Cîhanê daxuyaniyek belav kir.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de xwest ku lêpirsînên dadwerî yên li dijî rojnamegeran bi dawî bibin.

Rêxistinê ragihand, hinek xalên Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê (TCK) "ji bo tepisandina ramanên mixalifan wekî amûr tên bikaranîn."

"Qanûn ji bo tepisandinê wekî amûr tên bikaranîn"

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bal kişand ser zextên li ser rojnamegerên li Tirkiyeyê û bangî rayedaran kir da ku lêpirsînên bi armanca cezakirinê rawestînin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rojnameger li ser mijarên girîng ên wekî gendeliyê nûçeyan çêdikin.

Rêxistinê anî zimên ku zextên li ser van rojnamegeran binpêkirina azadiya xweîfadekirinê ye.

Rêxistinê bal kişand ser Xala 217/Ayê ya Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê ku wekî "qanûna dezenformasyonê" tê naskirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî her wiha bal kişand ser xalên 299 û 301ê û got, "Ev xal ji bo zext û tepisandina ramanên mixalifan wekî amûr tên bikaranîn."

"Pergala dadê ji bo mebestên xerab bi kar neynin"

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji bo sînordarkirina azadiya xweîfadekirinê hinek pîvan hene.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî tekez kir ku divê ev sînordarkirin li gorî mafên mirovan ên navneteweyî bin û pîvanên "yasayîbûn, rewabûn û hevsengiyê" pêk bînin.

Rêxistinê destnîşan kir ku xalên pêwendîdar ên Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê van pîvanan pêk nayînin û wiha got:

"Divê rayedarên Tirkiyeyê pergala dadê ji bo mebestên xerab bi kar neynin û ramanên mixalifan netepisînin.

Rojnameger tenê ji ber pîşeya xwe dibin armanc. Ev yek jî li seranserê civakê bandoreke çavtirsandinê ava dike."

Rêxistina Efûyê wekî mînak bal kişand ser dozên rojnamegerên wekî Merdan Yanardag, Alican Uludag, Îsmaîl Ari, Pinar Gayip, Zafer Arapkîrlî û Furkan Karabay.

Hinek ji van rojnamegeran girtî ne û darizandina hinek ji wan jî didome.

Cezayên RTUKyê û qeyûm

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 10 salên dawî de qada medyayê her ku çûye tengtir bûye.

Cezayên RTUKyê, tayînkirina qeyûman a li ser kanalên televîzyonê û betalkirina lîsansan bandoreke neyînî li rojnamegeriya serbixwe kiriye.

Rêxistinê bangî rayedarên Tirkiyeyê kir da ku ji bo rojnamegeran jîngeheke guncav û azad ava bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst