Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê amarên nû yên derbarê koronayê de belav kir û ragihand, di 24 demjimêrên bihorî de 867 kes bi vîrusa COVID-19 ketine û 24 kesan jî canê xwe ji dest dane. Fehrettin Koca ragihand, ew niha derbasî qonaxa duyem bûne û tekezî li ser pabendbûna bi tedbîran kir.
Fahrettin Koca piştî civîna Komîteya Zanistî ya Koronavîrusê di konferanseke rojnamevanî de li Enqere ya paytexta Tirkiyê ragihand, hejmara giştî ya tûşbûyan li Tirkiyê bo 166 hezar û 422 kesan bilind bûye.
Bi gotina Koca herwiha bi mirina 24 kesên din di 24 demjimêrên derbasbûyî de, hejmara kesên ku ji destpêkê ve heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane, gihîştiye 4 hezar û 609 kesan.
Koca ragihand, di 24 demjimêrên dawî de 52,000 pişkinînên koronayê li seranserê Tirkiyê hatine kirin, ku encama tenê 867 kesan pozîtîv derketiye.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê amaje bi wê yekê kir, ku rewş li welatê wî ber bi asayîbûnê ve diçe û got: “Ji 1ê Hezîranê ve em derbasî qonaxeke nû bûn. Em ji vê qonaxê re dibêjin qonaxa asayîbûnê. Di şert û mercên wisa de ku vîrus hêj li dunyayê belav dibe, em plan dikin ku jiyan herî kêm bikeve jêr bandora pandemiya li dunyayê û em nêzîkî encamên dawiyê dibin.”
Fahrettin Koca destnîşan kir, ku serkevtina wan di qonaxa duyem a rûbirûbûna koronayê de girêdayî hin şertên weke pabendbûna bi tedbîran e û tekez kir, metirsî hêj berdewam e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse