Li Enqerê lehî rabû; kelûpel ji balkonê ketine xwarê

Hewlêr (Rûdaw) - Li Enqere ya Tirkiyê ji ber barana zêde, li navçeya Yenîmahalleyê ji qata binî ya avahiyekê ji ber tundiya lehiyê kelûpel ji balkonê ketine xwarê.

Li taxa Kayalar a navçeya Yenîmahalle ya Enqerê xaniyên li qata binî ya apartmanekê di bin avê de man. Camên xaniyê ku di bin avê de mabû şikiyan. Hin kelûpelên ku ava lehiyê dabûne ber xwe ji balkonê ketine xwarê.

Gokhan Ozturk ê ku di wê apartmanê de dijî da zanîn ku ji ber nebûna jêrxana kolanê ava lehiyê gihîştiye qatên jêrîn. Ozturk xwest li kolanê xebatên jêrxanê bên kirin û diyar kir ku di demên berê de jî bûyerên bi vî rengî qewimîn.

Ji niştecihên cihê bûyerê Sedat Yaman jî diyar kir ku di sala 2020an de û piştî barana 2022an jî bûyerên bi vî rengî qewimîne. Yaman anî ziman ku cara çaremîn e lehî radibe û jêrxana kolanê têrê nake.

Yaman diyar kir ku serî li şaredariyê dane lê tu çareserî nehatiye dîtin û got, “Piştî av tijî bû nava malê qatên 1, bin 2 û bin 3 û asansor di bin avê de man.”

Yaman destnîşan kir ku kesên di asansorê da mane û ji ber lehiyê eşyayên wan zirar dîtine hene.