Wezîrê Navxwe yê nû yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya kî ye?

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Stenbolê Alî Yerlîkaya di Kabîneya Serokomariyê ya nû ya ku ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ve hat eşkerekirin de bû Wezîrê Navxwe yê nû.

Alî Yerlîkaya ku di kabîneya nû de bû Wezîrê Navxwe di 11ê cotmeha 1968an da li Konyayê hatiye dinê. 

Yerlîkaya dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Konyayê xwend û di sala 1989an de ji beşa "Birêvebiriya Kamuyê" ya Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Stenbolê derçû. 

Yerlîkaya di sala 1990î de bû berbijêrê qaymeqamtiyê û li Felahiyeya Qeyseriyê, Hîlvana Rihayê û Sarikayaya navçeya Yozgatê qaymeqamtî kir. 

Yerlîkaya di sala 2003yan de Mişawiriya Hiqûqê ya Wezareta Navxwe, di sala 2004an de peywira Rêveberiya Giştî ya Personelan a Wezareta Tenduristiyê kir û di sala 2007-2018an de li Şirnex, Agirî, Tekîrdag û Dîlokê wek walî kar kir. 

Yerlîkaya ku di 26ê cotmeha 2018an de weke parêzgarê Stenbolê hatibû erkdarkirin,  zewicî ye û bavê 4 zarokan e.