Alîkarê Erdogan: Komîsyona Destûrê dest bi kar dike

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz ragihand ku komîsyona destûrê dê berî cejnê civînekê bike û rê û rêbazên karkirinê binirxîne.

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz piştî civîna kabîneya Tirkiyeyê pirsên rojnamegeran bersivandin.

Cevdet Yilmaz got, “Komîsyona Destûrê dê ne bi awayekî girtî lê li ser bingeheke şêwirmendiya berfireh kar bike.

Ew dê bi arlamenterên me, akademîsyen, nûnerên civaka sivîl û beşên cûda yên civakê re di têkiliyê de be û dê ji lêkolîn, ezmûn û ramanên heyî sûd wergire.”

Bi gotina Yilmaz, komîsyona destûrê dê berî cejnê civînekê bike û tenê rê û rêbazên karkirinê binirxîne lê piştî betlaneyê dê xebatên berfireh werin kirin.

Yilmaz bal kişande ser berpirsiyariya partiyan û got:

“Ger hûn bala xwe bidin, ev komîsyon wekî saziyeke ku nûnertiya rêveberiya partiyê, parlamento û hikûmetê dike, hatiye avakirin.

Kar di bin serokatiya Serokkomarê me de ku nûnertiya hikûmetê dike, tên kirin.

Ji ber vê yekê, mirov dikare komîsyonê wekî banekî hikûmet, kom û partiyê bifikire.

Bê guman, ev nayê wê wateyê ku beşdarên din dê beşdarî pêvajoyê nebin.

Ji ber ev ne pêvajoyek e ku partiyek bi tena serê xwe bikaribe pêk bîne.

Hemû partî xwedî berpirsiyariyeke hevpar in.”