Enqere (Rûdaw) - Tirkiye kontrola YPGê ya li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî xembar dişopîne. Tirkiye naxwaze ku di bin kontrola şervanên kurd de dewletek kurdî li Rojavayê Kurdistanê bê avakirin û ji bo ku ew yek pê neyê biryara destwerdana leşekerî û avakirina “herêmeke tampon” daye.
Li Rojavayê Kurdistanê kontrola Girê Spî ji aliyê şervanên YPG'ê ve bûye sedem ku niqaşên bi mijarên destdirêjiya leşkerî û avakirina herêma tampon derkeve. Bi taybetî jî rojnameyên ku nêzikî hikûmetê ne hewl didin ku ji bo operasyoneke wiha zemîne bê avakirin.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îdia dike ku YPG bi PKKê re pêwednî heye û dê ew di siberojê de ji bo Tirkiyeyê bibe gefek. Lê belê hinek parlamenterên AK Partiyê dibêjin, Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Dawutoglu wisa nafikire.
Parlamenterê AK Partiyê Muhsin Kızılkaya derbarê biryara hikûmeta Tirkiyeyê bo derbaskirina sînorê Sûriyê de wiha got:
“Ez wê nêrînê ku dibêje ji ber ku Girê Spî ketiye destê YPGê, Tirkiye vê yekê bi gef û metirsî li ser wxe dibîne, wisa lê nabînim. AK Partî tiştekî wisa nabîne. Hem Tirkiye, hem jî Davutoglu wisa nabîn in. Dewleta Tirkiyeyê, bi dûr û dirêjî, ew jî dibînin rewş çawa ye. Vê gavê mesela Davutoglu di axaftina xwe ya grûpê de got kes nikare me û birayên me, kurdên sûriyê bîne ber hev. Jixwe eger kurd, Tirkiye kurdên sûriyê ji xwe re bike raqîb an jî ji xwe re raqîb bibîne nikare problema xwe ya navxwe jî hel bike. Li wê derê jî vê gavê DAIŞ metirsiyek gelek mezin e.”
Partiya Demokratîk a Gelan HDP jî li dijî operasyoneke leşkerî ya li hember rojava derdikeve. Li gorî HDP'ê destdirêjiyeke wiha wê kêşeyê hîn mezintir bike.
Parlamenterê HDP'ê Mehmet Ali Aslan jî derbarê vê mijarê de dibêje:
“Ev gotegotên vê dawiyê, me û gelên tevahiya Rojhilata Navîn tengezar dike. Em wê yekê xelet dibînin û li gorî me dê hewleke wisa kêşeyê hîn mezintir bike. Ew dê bibe sedema xwînrejîneke mezintir. Ew dê bibe sedema şerê her du welatan jî. Bi kurtasî eger ku Tirkiye di wir keve ew dê him li zirarî Tirkiyeyê him jî li zirarî gelên Sûriyê be.”
Yek ji partiyên din ên dijbereyê, MHP jî piştgiriya operasyoneke leşkerî dike. Lê belê Partiya Komariya Gel CHP li dijî hewleke wisa derdikeve.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse