Wezareta Perwerdeya Tirkiyê tenê 3 kontenjan bo Kurdî veqetandin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê ragihand ku dê 20 hezar mamosteyên nû bên wergirtin û ji 20 hezar kontenjanan tenê 3 cih bo mamosteyên zimanê Kurdî hatine diyarkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê, wezaretê bo ziman û edebiyata Erebî 175, bo Îngilîzî 1004 û bo Almanî 1 mamoste kontenjan diyar kirine.

Lê ji 20 hezar kontenjanan, ji bo zimanê Kurdî ku li Tirkiyê zimanê duyem ê axaftinê û li Bakurê Kurdistanê zimanê yekem û zimanê resen ê xelkê ye, tenê 3 kontenjan diyar kirine.

Ji wan 3 kontenjanan jî, 2 ji bo zaraveya Kurmancî û yek jî bo zaraveya Dimilkî anku Zazakî ye.

Dersa bijarte ya zimanê Kurdî di sala 2012an de hatiye destpêkirin û bi taybetî îsal ji aliyê saziyên ziman, rêxistinên sivîl, ragihandin û siyasetmedaran ve kampanyayeke berfireh hatibû kirin, daku xwendekarên dersa bijarte ya zimanê Kurdî zêde bibin.