Balafira ketî li Çiyayên Kaçkarê hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Rîzeyê Îhsan Selîm Baydaş ragihand ku balafira ketî hatiye dîtin.

Li gorî agahiyên ku Îhsan Selîm Baydaş dane, balafirajo miriye û rêwiya pê re birîndar e.

Baydaş diyar kir ku ew demjimêr 06:24an gihiştine enqaza balafira ku li Çiyayên Kaçkarê ketiye.

Parêzgarê Rîzeyê daxuyand ku derdora demjimar 18:00an agahî hatiye ku balafireke sivîl winda bûye.

Li gorî agahiyên ku Baydaş dane, balafir ji Sîvrîhîsara Eskîşehirê rabûye û dê li Balafirgeha Rîze-Artvînê daniya.

Hat zanîn ku balafirajo Mehmet Demîrcî miriye û rêwiya pê re Hîcran Kaya jî birîndar e û li Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê tê dermankirin.

Mehmet Demîrciyê 57 salî dest bi rêwîtiyekê kiribû û dixwest li cîhanê bigere û xeyala xwe ya zaroktiyê pêk bîne.