Sezgîn Tanrikulu li ser komîsyonê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu li ser nirxandinên derbarê xwe de got, "Em dê ji nêrînên xwe, ji bo aştî û edaletê gavekê jî paş de neavêjin."
Sezgîn Tanrikulu li ser nirxandinên derbarê xwe de yên li ser medyaya civakî yên têkildarî komîsyona ku di çarçoveya pêvajoya nû ya çareseriyê de li Parlamentoyê hatiye avakirin, daxuyaniyek da.
Tanrikulu got, "Li Parlamentoyê komîsyonek hat avakirin. Ji CHPyê 10 endam hatin diyarkirin. Yek ji wan jî ez im.
Roja sêşemê dê dest bi xebatên xwe bike. Em dê nêrînên ku CHPyê heta niha anîne zimên, li wir jî biparêzin."
Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu di vîdeoya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir de wiha axivî:
"Dostên hêja, em di demên zor û girîng re derbas dibin. Bi rastî zexteke mezin heye, neheqî heye.
Li Tirkiyeyê demokrasî nîne. Em li dijî van hemûyan têdikoşin. Em li her cihê Tirkiyeyê, li qadan in.
Her wiha helbet em li parlamentoyê ne; em li wir jî têdikoşin. Em ji bo demokrasî, edalet û refaha aborî têdikoşin.
Heta niha em nesekinîne, me gavekê jî paş de neavêtiye. Em li Tirkiyeyê di heman demê de alîgirên aştiyê ne.
Bila çek nebin, pevçûn nebin, tundî nebe, teror nebe. Bila pirsgirêka Kurdan a Tirkiyeyê bi lihevkirinekê were çareserkirin; em alîgirên vê yekê ne.
‘Roja sêşemê dê dest bi xebatên xwe bike’
Li Parlamentoyê komîsyonek hat avakirin. Ji CHPyê 10 endam hatin diyarkirin. Yek ji wan jî ez im.
Roja sêşemê dê dest bi xebatên xwe bike. Em dê nêrînên ku CHPyê heta niha anîne zimên, li wir jî biparêzin.
Em dê ji nêrînên xwe, ji bo aştî û edaletê gavekê jî paş de neavêjin.
Lê hinek vê yekê wekî hincet dibînin û bi rastî jî ji gelek hesabên sexte, hesabên trolan parvekirin tên kirin.
Hinek mirovên xwedî niyetpak jî ji van hesaban bawer dikin û derbarê min de parvekirinên derewîn û bi heqaret dikin.
Min berê jî doz vekir, min hişyarî da. Em encamên wê werdigirin. Û paşê mirov telefon dikin û dibêjin:
‘Ka dev ji vê berde’ û hwd. Binêrin, ew hemû agahî şaş in. Em ji rexneyan re vekirî ne lê ne ji heqaretê re, ne ji buxtanê re.
Ji ber vê yekê, hûn ji Grokê bi xwe jî bipirsin, ew dê ya herî nêzîkî rastiyê ji we re bibêje. Yanî van parvekirinan nekin, xemgîn nebin.
Parêzerên min dê lêpirsînê bidin destpêkirin û paşê hûn neçar dimînin ku li min bigerin, hûn hêvî û rica dikin, ev ne tiştekî din e.
Ev tenê hişyariyek e. Ji Amedê ji bo we hemûyan silav û hezkirin."