HDPê di derbarê desteserkirina Semra Guzel de daxuyaniyek belav kir
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera HDPê Semra Guzel ku Adara îsal parêzbendiya wê ji aliyê Parlamentoya Tirkiyê hatibû rakirin û doh li Stenbolê hatibû desteserkirin bo Edliya Stenbolê hat şandin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê desteserkirina Semra Guzel û îdîayên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê de daxuyaniyek belav kir û got şêwazê desteserkirina Guzel ne rewa ye.
HDPê di daxuyaniyê de bersiva îdîayên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ku wî wek "Wezîrê Karûbarê Tawan" bi nav dikin dide û dibêje ne rast e ku li Edirneyê hatiye girtin û şiklê xwe guhertiye.
HDP dibêje: “Ev operasyona ne hiqûqî ya dijî endameke parlamentoyê hatiye kirin û wek serkeftineke mezin nîşandan belengazî ye. Zimanê çors û çewt ku Soylu dijî parlamentera me bikaraniye nîşaneya asta exlaqê wî ye.”
Di dawiya daxuyaniyê de amaje bi wê yekê tê kirin ku Semra Guzel jî di nav de heta hemû heval û siyasetvanên wan ên ku dîl hatine girtin bên berdan û tawanbarên rasteqîn bên darizandin dê li ser têkoşîna xwe berdewam bin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê derbarê desteserkirina Semra Guzel de doh ragihandibû, “Tîmên terorê yên Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê û MÎTê bi xebata hevbeş, Parlamentera HDPê ya Amedê ya heyama 27emîn Semra Guzel ku Dadgeha Enqerê derbarê wê de bi tawanê `Endamtiya Rêxistina Terorê` biryara desteserkirinê dabû, li ser rêya Edirneyê bi nasnameyeke sexte ku bi navê Mehtap Şahan hatibû çêkirin, hatiye desteserkirin.”