Li Stenbolê dozgerek hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Dozgerê Komarî yê Stenbolê Ercan Kayhan, li navçeya Çekmekoyê ya Stenbolê li xwaringehekê ji aliyê kesekî ve ku di navbera wan de dijminatî hebû, qirika wî hat birîn û hat kuştin.
Li gorî agahiyan, bûyer vê êvarê saet derdora 21:15an li xwaringeheke li navçeya Çekmekoyê ya Stenbolê qewimî.
Dozgerê Komarî Ercan Kayhan ê 58 salî ku li Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê kar dikir, di xwaringehekê de dema xwarin dixwar, rastî êrişa Mustafa Can Gulleyê 19 salî hat.
Li ser agahdarkirinê tîmên polîs û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Hat diyarkirin ku Ercan Kayhan li cihê bûyerê miriye.
Tohmetbar Mustafa Can Gulle jî li cihê bûyerê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.