Ahmet Turk: Pêvajo ne tenê danîna çekan e, projeyeke mezin e
Hewlêr (Rûdaw) - Ahmet Turk diyar kir ku pêvajoya niha ne tenê danîna çekan e, ew projeyeke mezin e.
Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turkê ku li şûna wî qeyûm hatiye danîn ji rojnameya Sabahê re axivî.
Ahmet Turk diyar kir ku “Divê ev proje ne tenê wekî danîna çekan bê dîtin” û got:
"Ev projeyeke mezin e ku dê rê li ber demokratîkbûna Rojhilata Navîn veke."
Ahmet Turk her wiha pesnê Serokê MHPyê Devlet Bahçelî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan da.
Wî anî ziman ku Tirkiyeyeke ku pirsgirêka Kurdan çareser kiribe dê tevkariyeke mezin bide demokratîkbûna Rojhilata Navîn û got:
"Divê mirov li pêvajoya çareseriyê wekî wêneyekî mezin binêre.Fikra we çi be bila be, divê mirov tevkariyê li pêvajoya çareseriyê bike."
“FETOyê pêvajoya berê xera kir”
Ahmet Turk li ser sedemên têkçûna pêvajoya çareseriyê ya berê jî rawestiya û got:
"Ez di wê baweriyê de me ku bandora FETOyê di serneketina pêvajoya çareseriyê ya berê de hebû.
Cemaeta Gulen wê demê ketibû nav gelek beşên dewletê.
Di Doza KCKyê de ev yek bi awayekî eşkere derket holê. Derket holê ku piraniya dadwer û dozgerên ku li dozan dinêrîn ji komên Cemaeta Gulen bûn."
Wî da zanîn ku wê demê hikûmet jî ne amade bû lê pêvajoya niha ne wekî ya berê ye û cuda bi pêş ve diçe û got:
“Di hevdîtina xwe ya ewil a bi Ocalan re jî me dît ku ew çi qas bi dilsozî aştiyê dixwaze."
“Ez rêzê li Devlet Beg digirim”
Ahmet Turk da zanîn ku helwesta Devlet Bahçelî ya li hemberî pêvajoyê bi biryar e û got:
"Ez gelek rêzê li Devlet Beg digirim. Ew kesek e ku di vê pêvajoyê de bi awayekî xurt radiweste û xwedî li pêvajoyê derdikeve.
Ev helwest, hişmendiyeke dewletê ye."
Ahmet Turk bi bîr anî ku dema ew çûne Silêmaniyê, Bahçelî telefonî wan kiriye û spasiya wan kiriye.
“Erdogan piştî Mustafa Kemal liderê herî bi bandor e”
Ahmet Turk bal kişand ser rola Serokkomarê Tirkiyeyê ya di pêvajoyê de û diyar kir:
"Ji ber ku Serokkomar piştgiriyê dide vê pêvajoyê, pêvajo bi pêş ve diçe.
Ew her tiştî dihesibîne, heta rexneyên ku dibe ku bên jî li ber çavan digire.
Di destpêka pêvajoyê de nêrînên xwe zêde bi raya giştî re parve nekirin lê di demên dawî de bi eşkereyî diyar kir ku ew dê heta dawiyê piştgiriyê bide pêvajoyê.
Heta îro ji bilî Mustafa Kemal, kesê ku di hemû saziyên dewletê de xwedî hêzeke bi bandor bûye, birêz Erdogan e."
Ahmet Turk li ser merasîma şewitandina çekan a PKKyê jî axivî û got ku wî "demeke hestyar" jiyaye û wiha pê de çû:
"Me daxwaz dikir ku çek bên danîn. Em di wê baweriyê de bûn ku divê têkoşîna çekdarî êdî cihê xwe ji siyaseta demokratîk re bihêle.
Tiştê ku herî zêde ez kêfxweş û bi kelecan kirim, pêşwazîkirina bi coş a şandeyên ku diçûn bû."
“Tenduristiya min ber bi başiyê ve diçe”
Ahmet Turk li ser pirsa "Tenduristiya we çawa ye? Tedawiya we ya penceşêrê berdewam dike ne wisa?” jî got:
"Belê, şikir ji Xwedê re, dermankirina min baş berdewam dike. Wan dest bi immunoterapiyê kiriye, her 21 rojan carekê serumê didin min."