Demîrtaş: Divê em bi aqilê hevpar û paşeroja hevpar li meseleyan binêrin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş, DMMEyê ya derbarê wî de misoger bû, peyama xwe ya yekem belav kir.

Selahattîn Demîrtaş ji ser hesabê xwe yê Xê li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) daxuyaniyek belav kir.

Siyasetmedarê Kurd de bal kişand ser girîngiya "hiqûqa biratiyê" ya ku 86 milyon welatiyan li xwe digire.

Demîrtaş di peyama xwe de got, "Ne tenê ji bo me, ji bo 86 milyon welatiyên me jî 'hiqûqa biratiyê' ya di navbera me de ji her tiştî biqîmettir e.

Hiqûqa biratiyê jî bi avêtina gavên civakî, aborî û hiqûqî yên ku dê jiyana me ya bi hev re ya bi wekhevî, azadî, edalet û aştiyê xurt bike, bihêz dibe."

"Divê mesele bi aqilê hevpar û paşeroja hevpar bên nirxandin"

Selahattîn Demîrtaş di peyama xwe de amaje bi aştiya civakî kir û wiha got:

"Silav,

Biryara DMMEyê helbet girîng e û di warê hiqûqî de biryarder e lê ne tenê ji bo me, ji bo 86 milyon welatiyên me jî 'hiqûqa biratiyê' ya di navbera me de ji her tiştî biqîmettir e.

Hiqûqa biratiyê jî bi avêtina gavên civakî, aborî û hiqûqî yên ku dê jiyana me ya bi hev re ya bi wekhevî, azadî, edalet û aştiyê xurt bike, bihêz dibe.

Divê em li meseleyan ne bi têgehên wekî serketin, binketin, kîn û tolhildanê lê bi têgehên paşeroja hevpar û aqilê hevpar binêrin.

Bi hêviya ku her gava tê avêtin xizmeta aştî, aramî û bextewariyê bike û em di rojên azad de hev bibînin, silav û hezkirinên xwe dişînim."

Paşxaneya biryara DMMEyê

Panela DMMEyê îtiraza Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê red kiribû ku xwestibû biryara binpêkirina mafan a derbarê Selahattîn Demîrtaşî de ji aliyê Daîreya Mezin ve ji nû ve bê nirxandin.

Bi vê redkirinê re, biryara DMMEyê ya derbarê binpêkirina mafên Demîrtaş yên di dema girtîbûnê de misoger bû.

Piştî vê biryarê, tê payîn ku Demîrtaş bê berdan.