Huda Kaya teslîmî girtîgehê bû

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera berê ya HDPyê Huda Kaya piştî ku cezayê wê yê 1,5 sal hepsê misoger bû, îro serê sibehê teslîmî girtîgehê bû.

Zîlan Leventogluya Parêzera Huda Kayayê di daxuyaniyeke xwe ya berê de diyar kiribû ku ev ceza ji ber bûyereke di dema serdana kurê wê Cîhad Ebrarî de li Girtîgeha Çanakkaleyê ya sala 2022yan qewimî, hatiye dayîn.

Piştî serdanê, bi îdiaya ku "di çenteyê wê de telefon hebûye" doz li Kayayê hatibû vekirin û di pêvajoya dadgehê de, tevî hemû delîlan jî, biryara 1,5 sal cezayê girtîgehê hatibû dayîn.

Leventogluyê diyar kir ku biryar "bi temamî bi qest, keyfî, siyasî û neheq" e û got:

“Ev ceza siyasî ye. Biryareke ku di bin sîbera serdema 28ê Sibatê de hatiye dayîn e.”

Li gorî nûçeya Halk TVyê, Parlamentera berê ya HDPyê Huda Kaya piştî ku cezayê wê yê 1,5 sal hepsê misoger bû, îro serê sibehê teslîmî girtîgehê bû.