Temellî: Li Sîncanê 21 girtiyên jin ên ku cezayê wan qediyaye nayên berdan
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî ragihand ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 21 girtiyên jin ên ku cezayê wan qediyaye, nayên berdan.
Sezaî Temellî li Parlamentoya Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê li dar xist û bipêşketinên dawî nirxandin.
Temellî diyar kir ku ew hêvî dikin ji bo çareserkirina van pirsgirêkan heta dawiya salê yasayên nû ji parlamentoyê derkevin û got, “Divê rojeva sereke ya parlamentoyê çareserkirina van mexdûriytan be.”
"Ji bo ku bikeve girtîgehê 2 meh li cezayê wê zêde kirine"
Sezaî Temellî da zanîn ku Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê wekî dadgeheke bilind tevdigerin û bi pirsên wekî “Hûn poşman in?” rê li ber berdana girtiyan digirin û cezayê wan “dişewitînin”.
Temellî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê 73 salî Mehmet Emîn Çam û Hatîce Yildiza 76 salî.
Ji ber ku 250 lîre ji bo zaroka xwe ya girtî şandiye bi tohmeta “fînansekirina terorê” 4 sal û 2 meh ceza li Hatîce Yildizê hatiye birîn.
Temellî li ser vê yekê got, “Ji bo ku bikeve girtîgehê 2 meh li cezayê wê zêde kirine.”