Parlamentera berê ya HDPyê Semra Guzel hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgehê derbarê siyasetmedara Kurd Semra Guzel de bi şertê kontrola dadî biryara berdanê da.

Rûniştina doza parlamentera berê ya HDPyê Semra Guzel li 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin.

Guzel bi Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bû.

Dadgehê ji ber “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 mehan û ji ber “sextekariya di belgeyên fermî de” jî 2 sal û 6 mehan ceza da Guzelê û bi şertê kontrola dadî biryar da ku bê berdan.

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê li ser mijarê ev daxuyanî da:

“Dadgeha 22yemîn a Cezayê Giran a Enqereyê 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê da Semra Guzelê û biryara berdana wê da.

Bi vê biryara ku di darizandineke bi kampanyaya lînc û reşkirinê dest pê kir de hatiye dayîn, tê xwestin ku nasnameya Semra Guzel a wekî siyasetmedareke jin a Kurd û têkoşîna wê ya siyasî bê cezakirin.

Biryara ku bi sedemên siyasî hatiye dayîn û li dijî hiqûqê ye, di hukmê tunebûnê de ye.”