Erdogan li ser pêvajoyê axivî: Bi qasî Stenbolê dê Amed, Wan û Bedlîs qezenc bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser pêvajoyê got, “Bi bidawîbûna terorê re dê Amed, Wan û Bedlîs qezenc bikin."

Civîna kabîneyê îro bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hat kirin. Civîna ku saet 16:00an dest pê kir, 2 saetan ajot.

Erdogan piştî civîna kabîneyê daxuyanî da û behsa "Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror" kir.

"Dê 86 milyon kes qezenc bikin"

Erdogan da zanîn ku potansiyela Tirkiyeyê ji ya heyî gelekî zêdetir e û got:

“Bi taybetî herêmên me yên Rojhilat û Başûrrojhilatê Anadoluyê, tevî bedewiyên xwe yên xwezayî û dîrokî yên ku kesên ku wan dibînin matmayî dikin, bi salan e ku nekarîne cihê ku heq dikin di tirîzmê de bi dest bixin.

Sedema herî mezin a vê yekê teror bû. Bi pêvajoya Tirkiyeya Bêteror re înşalah em dê vê astengiyê jî bi temamî ji holê rakin.

Bi bidawîbûna mayînde ya gefa terorê re, dê Başûr û Rojhilatê Anadoluyê bipêşketineke cuda bi dest bixe. Bajarên me yên herêmê dê rabin ser piyan.

Dema ku ev pêvajo bi serkeftî bi dawî bibe, dê bi qasî Stenbolê Amed, bi qasî Antalyayê Wan û bi qasî Bursayê Bedlîs qezenc bike.

Dema em bigihîjin armanca Tirkiyeya Bêteror, înşallah dê her endamekî 86 milyonî qezenc bike.”

"Em naxwazin terorê bibînin"

Serokkomarê Tirkiyeyê diyar kir ku ew naxwazin li herêmê ti cureyeke terorê bibînin û wiha pê de çû:

"Em her tiştî ji bo vê dikin û têdikoşin. Bi teror, çek û rojevên cudaxwaz ti cih nayê bidestxistin û ji ti kesî re xêr jê nayê. Em hêvî dikin ku her kes vê rastiya sade bibîne.

Em 1000 sal in niştecih û xwediyên vê cografyayê ne. Çawa ku paşeroja me, pêşeroja me jî hevpar e.

Yek e û bi hev re ye. Di 40 salên dawî de me êşên gelekî mezin kişandin û bedelên giran dan.

Em naxwazin ne li welatê xwe û ne jî li ser axa cîranên xwe ti cureyeke terorê bibînin.

Em dixwazin çavkaniyên xwe ji bo perwerde, pîşesazî, çandinî, tenduristî, geştiyarî, bi kurtasî ji bo bipêşketina aborî terxan bikin.

Înşallah em dê bi ser bikevin. Em dê hem wekî desthilatdarî û tifaq û hem jî wekî milet vê yekê bêguman pêk bînin.

Em dê rojên bextewar û xweş ên paşerojê bi hev re ava bikin.

Bêyî ku em bikevin nav dubendiyê, bi baweriya bi hevdû, bi mezinkirina hevbeşiyên xwe û bi empatî nêzîkî hevdû bibin, em dê bi hev re ber bi sibehiyên geş ve bimeşin."