Li Stenbolê Fuara Lîstikên Dijîtal

Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê Fuara GameX ango Fuara Lîstikên Dijîtal hate lidarxistin. Ji bilî 10 hezaran zarok û gelek çêkerên lîstikên dijîtal jî beşdarî fuarê bûn û bersiv da pirsên derbarê aliyê baş û xirab yên lîstikên dijîtal.


Fuara lîstikên dijîtal ango GameXê lîstikan li salona Lûtfî Kirdar ya Kongreyan birêve çû.


Fuar ji aliyê Komeleya Lîstikan bi armanca pêşxistina Tirkiyê ya di warê lîstikên dijîtal de û herwiha berfirehkirina vê bazarê hate organîzekirin.


Organîzator fuarê Umut Kurt ji Rûdawê re wiha got: "Sektora lîstîkan li cîhanê 110 mîlyar dolaran dahata xwe heye. Para Tirkiyê nêzî 550 mîlyon dolar e.  Ji bo para Tirkiyê zêde bikin, em bi wan kesan re kar dikin ku çêkerê lîstikan e û derbarê lîstikan de lîsans û aplîcation û amûrên din yên dijîtal çê dikin. "


Di fuarê de, bi 10 hezaran zarok û ciwan beşdar bûn û li atolye û jûrên danasîna amûr û lîstikên dijîtal de, rojeke taybet derbaskirin. Herwiha gelek ciwanan jî xwe şibandin karekterên lîstikên dijîtal.


Karekterê temsîlî Cem Çavuşoglu jî wiha got: "Ez niha karekterê DC Comics Deadshot im. Yanî cureyekî leşkerên mûçegirtî. Leşkerekî taybet yê starên taybet."


Karekterê Temsîlî Gokhan Ofluoglu jî got: “Ez di lîstika PD2ê de tîmin. Ez dallars û hevalê min jî Room Dallas e. Em şêlanger in. Ez serokê tîmê me."

 

Beşdariyê bi navê Emre Ardiçoglu jî got: "Li Tirkiyê, fuarên wisa her tim çê nabe. Her sal çê bibe dê gelekî baş bibe. Heta salê çend caran çê bibe dê baştir bibe. Yanî har sal çê bibe jî ji bo me avantajeke."


Di vê demê de ku teknolojî di jiyana her kesekî de cih digire, fuarên bi vî rengî balê dikişîne. Gelo çi aliyê erênî û neyînî yên van lîstikan heye û çi bandora wan li ser zarok û ciwanan çê dibe?


Çêkerê Lîstikên Dijîtal Ataberk Ateş wiha axivî: "Hinek lîstik hene, tê de xwîn direje, û pî û dest jê dibin. Lîstikên wiha derûniya mirov têk dibe û ji bo zarokên biçûk nebaş in. Lê heger dema stendina lîstikan baldarî hebe, wê demê pirsgirêkên zêde çê nabe. Di lîstika me de, xwîn û jêbûna dest û piyan tuneye.”


Çaverê ye ku heta dawiya fuarê nêzî 100 kompanyayên lîstikên dijîtal û bi 100 hezaran zarok û ciwan beşdarî fuarê bibin.