Buldan: Divê Demirtaş, Yuksekdag û hevalên me yên siyasetmedar bên berdan
Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan ragihand ku divê Demîrtaş, Yuksekdag û hemû hevalên wan ên parlamenter, hevserokên şaredariyan û girtiyên nexweş ên ku bi awayekî ne hiqûqî di girtîgehê de ne, werin azadkirin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan, civîna koma partiya xwe de axifî û derbarê rewşa tendirûstiya Hevserokê Giştî yê HDPê yê Berê Selahattin Demirtaş de agahî dan ku niha li Girtîgeha Edirneyê girtî ye.
Buldan got: “Me bi xemgînî bihîst ku Selahattin Demirtaş 26 Mijdarê ji ber tengbûna nefesê û guşara singe bi awayekî demkî ji hişê xwe çûye. Wî bi xwe nexwestiye ku raya giştî bi vê problema wî ya tendirûstî bihise. Hevalên me û parêzerên wî yên ku çûne girtîgehê agahî nedane û rewş parvenekirine. Em bi taybetî dixwazin ev yek bê zanîn.”
Hevseroka Giştî ya HDPê da zanîn ku doh parlamenterên wan ligel Demirtaş hevdîtin pêkanîne û rewşa wî ya tendirûstî baş e û got: “Piştî hewldanên partiya me ew rakirine nexweşxanê. Niha rewşa wî ya tendirûstî baş e û pêşhatan ji nêzîk ve dişopînin. Divê Demirtaşê xweştivî, Figen Yuksekdaga xoşewîst û hemû parlamenterên girtî, hevalên me yên hevserokên şaredariyan û girtiyên nexweş yekser bên berdan ku 3 sal e bi awayekî ne hiqûqî di girtîgehê de ne û dawî li vê bêhiqûqî û siyaseta rehînegirtinê bê anîn. Eger na dê desthilat ji rewşa tendirûstî ya Demirtaş, Yuksekdag û hemû hevalên me berpirs be.”