Erdogan: Birayê min ê Kurd baş dizane celad kî ye
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, “Birayê min ê Kurd baş dizane ka celad kî ye."
Erdogan her wiha bertek nîşanî daxuyaniya Baregeha Barzanî ya li hemberî Devlet Bahçelî da.
Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.
Recep Tayyîp Erdogan bi gotinên tund bersiv da Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel û got:
"Siya xwe li ser me meke, em qenciyê ji te naxwazin. Hûn herin li ser hev kongreyan lidar bixin, bi meseleyên xwe yên navxweyî ve mijûl bibin, di nav wê pîsîtiya ku hûn heta qirika xwe tê de ne de yên gendeliyê dikin paqij bikin û siya xwe li ser me nekin, ew besî me ye."
"Birayê min ê Kurd baş dizane celad kî ye"
Erdogan diyar kir ku CHP kesên wekî Kiliçdaroglu bi "celadbûnê" tohmetbar dike û wiha axivî:
"Dibêjin piştgiriya DEM Partiyê ya ji bo pêvajoyê sendroma Stockholmê ye. Mirov pêşeroja xwe, sicîla xwe ya reş dizane.
Divê mirov ji wî camêrî bipirse, te di temenê xwe de qet dîroka CHPyê ya tijî lekeyên şermê nexwendiye?
Dibe ku tu nizanibî bê ka kî celad e û kî mexdûr e lê birayê min ê Kurd baş dizane celad kî ye."
"Bila li dîroka CHPyê binêre"
Erdogan got ku bila Ozel li dîroka partiya xwe binêre û wiha domand:
"Bila Birêz Ozel hedefê şaş neke, eger cesareta wî hebe û bixwaze celad bibîne bila li neynikê, li dîroka xwe, li pêşeroja CHPyê binêre, dê celad li wir bibîne."
Serdana Serok Barzanî ya Cizîrê
Erdogan di beşeke axaftina xwe de behsa serdana Serok Mesûd Barzanî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê û daxuyaniya ofîsa wî ya li hemberî Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî kir.
Erdogan li ser daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî got, “Ez dixwazim diyar bikim ku em daxuyaniyên bêrêz û bêhed ên doh ku Serokê Giştî yê MHPyê Birêz Bahçelî kiribû hedef qet qebûl nakin û nayên qebûlkirin.
Daxwaza îzahate hatiye kirin. Divê ji vê xeletiya giran vegerin."