CHP û AK Partî li ser ‘celadên Kurdan’ bi hev ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîlê Koma Partiya Gel a Komarî (CHP) Murat Emîr bersiv da gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro di civîna koma AK Partiyê de gotibû:

"Bila Birêz Ozel hedefê neguhere, eger dixwaze celad bibîne bila li neynikê binêre.

Birayê min ê Kurd baş dizane bê celad kî ye."

Serokwekîlê Koma CHPyê Murat Emîr li ser hesabê xwe yê Xê bersiv da van gotinên Erdogan û ev tişt gotin:

"Dibê qey yê ku qeyûm tayîn kirine ne tu yî.

Dibê qey yê ku şaredarên hilbijartî dane girtin ne tu yî.

Dibê qey dema dengên wî kêm bûn yê ku pêvajo xist sarincokê ne tu yî.

Dibê qey yê ku gotiye 'Pirsgirêka Kurdan nîne' ne tu yî.

Dibê qey yê ku ji bo Roboskiyê lêborîn nexwestiye ne tu yî.

Dibê qey tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yê ku gotiye 'Em dê pêngava xwe biavêjin û kar biqedînin' û siyasetmedarên hilbijartî di girtîgehê de dihêle ne tu yî.

Dibê qey yê ku sucê 'xistina Kurdan a nava meclisa şaredariyan a li rojava' îcad kiriye ne tu yî.

Ji ber ku bîra medyaya wî tune, dibejê qey ku bîra kesî tune."