Parlamenterê kurd Murat Bozlak jiyana xwe ji dest da (hat nûkirin)

Enqere (Rûdaw) – Parlamenterê kurd û nûnerê bajarê Edeneyê yê Tirikiyeyê Murat Bozlak ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Parlamenterê kurd Murat Bozlak, ku demek dirêj bû li Nexweşxaneya Guven a Enqereyê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Li ser wefata Bozlak, Parlamentera HDPê Pervîn Bûldan ji Rûdawê re got, Bozlak îşev saet 19:50 bi dema Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest da.

Bûldan diyar kir ku ew ji ber vê yekê pir xemgîn in.


Cenazeyê Bozlak dê roja sêşemê (6ê vê mehê) li gundê wî were definkirin. Hat zanîn ku Bozlak di wesiyeta xwe de gotiye, bila merasima fermî ya parlamentoyê jê re neyê lidarxistin.


Murat Bozlak, 30ê Kanûna sala 1952an li gundê Aktaşê yê Enqereyê ji dayîk bibû. Bozlak, sala 2011an bû parlamenterê serbixwe yê Edeneyê, paşê tevlî BDPê lê piştî ku HDPê hat avakirin, tevlî wê partiyê bû.