Ji bo ku xwe germ bike ket otomobîlê lê agir pê ket û mir
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kagithaneyê ya Stenbola Tirkiyeyê, kesekî ku dixwest di otomobîlekê de xwe germ bike, şewitî û mir.
Bûyer şeva borî li Sîteya Pîşesaziyê ya Seyrantepeyê ya Stenbolê rû da.
Li gorî agahiyan, kesekî ku li kolanan dijiya ji ber sermaya zêde xwestiye xwe di nav otomobîleke li herêma pîşesaziyê de germ bike.
Piştî ku ew kes ketiye nava wesayîtê, ji ber sedemeke nediyar agir bi otomobîlê ketiye.
Li ser agahdarkirina welatiyan polîs, tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Tîmên agirvemirandinê midaxeleyî agir kir lê hat tesbîtkirin ku wî kesî di nav otomobîlê de canê xwe ji dest daye.
Hat zanîn ku otomobîl xera bûye û xwediyê wê berî mehekê ji bo çêkirinê ew biriye herêma pîşesaziyê.
Termê wî kesê ku nasnameya wî hîn nehatiye diyarkirin, ji bo otopsiyê sewqî Saziya Bijîşkiya Dadî ya Stenbolê hat kirin.