Kalin: Me û Amerîkayê li ser “herêma aram” li hev nekiriye

04-02-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Amerîka Îbrahîm Kalin Sûriye Rojavayê Kurdistanê Herêma Aram
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragihand ku wan ligel Amerîkayê derbarê herêma ewle lihev nekiriye. Kalin hewiha got divê Minbic û rojhilatê Çemê Firatê di bin kontrola Tirkiyê de bin.

 

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin piştî civîna kabîneya bi serokatiya Serokomara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li koşka Serokomariyê daxuyanî da û got "Hêviya me ya sereke ew e ku ji bo cîbicîkirina modêlekê mîna ya Minbicê û rojhilatê Feratê, kontrola herêmê di destê Tirkiyê de be."


Îbrahîm Kalin ragihand ku dengoyên peymana digel Amerîkayê di mijara "herêma aram" de dûrî rastiyê ne, di vî warî de gotûbêj dewam dikin.


Kalin derbarê nexşerêya Minbicê de jî wiha got: “i şiklê ku em bi Amerîkayiyan re axivîn di xala sepandina nexşereyê de em bi Rûsan re li hev hatin. Me ji bo gavên ku bi mebesta pêkanîna asayiş û aramî di çarçoveya yekpareyiya axa Sûriyeyê de bê avêtin, li Cinevê û Astanayê cîgirt û em dê her cî bigirin. Hêviya me ya sereke ew e ku ji bo cîbicîkirina modêlekê mîna ya Minbicê û rojhilatê Feratê, kontrola herêmê di destê Tirkiyê de be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst