Serokê şaredariyeke ÎYÎ Partiyê ji ber gendeliyê hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gokçeada ya ser bi parêzgeha Çanakkale ya Tirkiyê Serokê Şaredariyê Unal Çetin ku ser bi ÎYÎ Partiyê ye û 4 kesên din bi hinceta gendeliyê hatin girtin. Piştî biryara girtina Çetin Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ew ji kar dûr xist.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Çanakkaleyê de doh 3ê Sibata 2023an Serokê Şaredariya Gokçeada Unal Çetin û 4 rêveber û karmendên şaredariyê bi hinceta gendeliyê hatibûn girtin.
Piştî biryara dadgehê îro 4ê Sibata 2023an Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku wek tedbîreke demkî Unal Çetin û Rêveberê Karûbarê Avahîsaziyê ji kar hatine dûrxistin.
31ê Çileya 2023an Unal Çetin jî di nav de 5 kes ji aliyê tîmên Şaxa Rûbirûbûna Sucên Organîze û Qeçaxçîtiyê ser bi Rêveberiya Emnî ya Çanakkaleyê bi îdîaya wergirtina bertîlê hatibûn desteserkirin.