Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li ser gotinên xwe yên derbarê Ocalan, Demîrtaş, Ahmet Turk û Ahmet Ozer daxuyaniyeke nû da û got, “Me nêrîna xwe got, ya piştî vê karê hikûmetê ye.”
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeli, di civîna koma partiya xwe de bi taybetî ji bo Abdullah Ocalan mijara “mafê hêviyê”, ji bo Selahattîn Demîrtaş serbestberdan û ji bo Ahmet Turk û Ahmet Ozer jî vegera ser karên wan anîbû rojevê.
Bahçeli, di dawiya axaftina xwe ya li koma partiyê ya li Parlamentoyê de gotibû:
“Heta ku Anadol bigihe aramiyê, Ocalan bigihe hêviyê, Ahmet (Ahmet Ozer û Ahmet Turk) vegerin meqamê xwe û Demîrtaş vegere mala xwe biryara me zelal e."
Bahçeli piştî van gotinên ku bûn rojev, ji Rojnameger Murat Yetkîn re axivî.
Murat Yetkîn ji Bahçelî pirsî ku çima daxwazên ku berê cuda cuda dihatin ziman niha bi hev re tîne ziman û gelo bandora peymana HSD û birêvebiriya Şamê li ser vê bangê heye?
Devlet Bahçeli wiha bersiv da:
“Na. Têkiliya wê bi Sûriyeyê re nîne. Em ji berê ve dibêjin. Em li Anadolê aramiyê dixwazin. Em avêtina van gavan baş dibînin.”
AK Partî dê çi bêje?
Murat Yetkîn her wiha ji Bahçelî pirsî ka dê AK Partî çawa bersivê bide banga “mafê hêviyê” ya ji bo Ocalan û banga berdanê ya ji bo Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş.
Bahçeli li ser vê pirsê jî got, “Me nêrîna xwe got. Em difikirin ku dê ev bi sûd bin. Ya piştî vê karê hikûmetê ye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse