Greva karkerên Mîgrosê di roja 12an de ye: ‘Ji me re dibêjin wekî koleyan bixebitin’

Stenbol (Rûdaw) - Greva 5 hezar karkerên depoyên supermarketa Mîgrosê li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê deng vedide.

Karkerên depoyên Mîgrosê, ji roja 23yê Kanûna Paşîn ve li 10 bajar û 12 depoyan dev ji kar berda û dest bi grevê kir.

Karkerên ku piraniya wan Kurd in, dixwazin herî kêm meaşê wan ji sedî 50î were zêdekirin û di nav şert û mercên mirovî de bixebitin.

Karker ev 12 roj in li ber depoyên Mîgrosê di çalakiyê de ne û daxwaza mafên xwe dikin.

Piştî grev û çalakiyan Mîgrosê herî kêm 300 karker ji kar derxistin.

Li ser çalakiya karkeran partî, sazî, rêxistinên mixalefetê û demokrat û her wiha kesayetên navdar banga boykotkirina marketên Mîgrosê kir.

Ji ber ku di depoyan de kar hatiye rawestandin refên hinek marketên Mîgrosê vala maye.

Karker govendê digerînin lê ne govenda kêf û şahiyê ye, govenda berxwedan û çalakiya karkeran e.

Çalakiyek li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê li ber depoya sereke ya Mîgrosê tê lidarxistin.

Gulbahar Sabana ku ji kar hatiye derxistin got:

“Ev 2 sal û nîv in ku ez li vê depoyê dixebitim.

Ez di beşa sewqiyat û veguhastinê de dixebitim.

Şertên xebatê yên depoyan ji bo jinan girantir in, em barên giran hildigirin.

Daxwaza me ew e ku ji sedî 50 meaşê me were zêdekirin.

Her wiha li şûna taşeronan em dixwazin bibin karkerên bi kadro.

Em li vê derê ber xwe didin, heta em heqên xwe bi dest nexin em dê ji vir neçin.”

Berpirsê Sendîkaya DGD-SENê Azad Erdînç li ser grevê anî ziman:

“Karker dixwazin ku di şertên mirovî de bixebitin.

Ji ber ku meaşê distînin têra debara karkeran nake ew dixwazin meaşê wan were zêdekirin.

Niha 5 hezar karker bi malbatên wan re dibin 25 hezar kes.”

Ji ber ku karkeran sala 2026an ji sedî 28 zêdekirina meaş qebûl nekir û li dijî şert û mercên giran ên kar derketin, bi pêşengiya Sendîkaya DGD-SENê dest bi çalakiyê kir.

Li ser vê yekê Mîgrosê jî ji ber çalakiyan herî kêm 300 karker ji kar derxistin.

“Dibêjin, hûn karker in, wekî koleyan bixebitin”

Tarik Yilmazê ku ji kar hatiye derxistin da zanîn:

“Ev 6 sal in ez li vir dixebitim. Ji ber ku me daxwaza çend quriş zêdekirina meaşê xwe kir, em ji kar derxistin.

Mîgrosê bi SMSekê em ji kar avêtin.

Ji me re dibêjin, hûn karker in, wekî koleyan bixebitin.

Niha du zarokên min hene, yek 9 salî ye, yek jî 6 salî ye. Her du jî diçin dibistanê.”

Muhammed Erçekê ku ew jî karkerê Mîgrosê ye got:

“Ez 24 salî me û ev 2 sal in li vir dixebitim.

Ev 12 roj in em li vir in, 12 meh jî bidomin ji bo mafên xwe em dê li vir bin.

Daxwaza me ji xelkê ew e ku Mîgrosê boykot bikin.”

Karkerên depoya Mîgrosê 31ê Kanûna Paşîn li ber vîlaya patronê Mîgrosê Tuncay Ozîlhan xwenîşandanek li dar xist û daxwaza mafên xwe kir.

Lê belê karker rastî midaxeleya tund a polîsan hatin û ji 100î zêdetir karker hatin desteserkirin.

Li ser bertek û nerazîbûnan karker hatin berdan.

Berxwedana 5 hezar karkerên depoyên Mîgrosê deng veda û banga boykotkirina Mîgrosê hat kirin.

Ji ber ku di depoyan de kar hatiye rawestandin refên hinek marketên Mîgrosê vala mane.

Daxwaza sereke ya karkeran ew e ku ji sedî 50 meaşê wan were zêdekirin, baca ku ji meaşê wan tê qutkirin ji aliyê xwediyê kar ve were dayîn û pergala taşeroniyê jî were rakirin.

Li Tirkiyeyê yek ji supermarketên herî mezin Mîgros e ku li gel karkerên taşeron 63 hezar xebatkarên wê hene.

Dahata salane ya Mîgrosê ji 130 milyon dolarî zêdetir e.

Lê belê Mîgros meaşê herî kêm, yanî di navbera 28 hezar lîreyî û 33 hezar lîreyî de dide karkerên xwe ku ev rêje di bin sînorê birçîbûnê de ye.

Çalakî û berxwedana 5 hezar karkerên depoyên Mîgrosê li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê deng veda.

Partî, sazî, sendîka, rêxsitin û kesên naskirî piştgirî didin çalakiya karkeran û banga boykotkirina Mîgrosê dikin.

Karker didin zanîn ku heta ew hemû mafên xwe bi dest nexin ew dê çalakiya xwe ya mezin bidomînin.